Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ew dê di demeke nêzîk de peymana kanzayan bi Ukraynayê re îmze bikin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ew hêvîdar e ku Ukrayna pabendî peymanê be.
Trump eşkere kir ku Ukrayna di rewşeke dijwar de ye û amaje bi wê yekê jî kir ku ew Volodymyr Zelenskyy wekî berpirsiyarê destpêkirina şer nabînê.
Serokê Amerîkayê piştrast kir ku dibe ku Zelenskyy nikarîbûye baştir biryarê bide.
Wezîra Aboriyê ya Ukraynayê Yuliya Svyridenko jî her wiha ragihand ku her du welat bîrnameyek mohr kirine ku dê sindoqeke hilberînê ji bo avedankirina Ukraynayê xerc bikin.
Tevî dan û standinên berdewam, heta niha Amerîkayê nekariye pêşveçûneke girîng bi Kremlinê re çêbike û Rûsyayê jî meha borî pêşniyaza agirbestê ya Amerîkayê red kiribû.
Serokê Amerîkayê ragihand ku ew Zelenskyy wekî “berpirsiyarê” êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê nabîne
17ê Nîsana 2025an Donald Trump, li Koşka Spî ji rojnamegeran re got, "Ez Zelenskyy wekî berpirsiyar nabînim,lê ez ji destpêkirina şer jî ne dilxweş im."
Trump berê çend caran Ukrayna bi wê yekê tawanbar kiribû ku ew sedema destpêkirina şer in û vê hefteyê jî Zelenskyy tawanbar kir ku ew berpirsiyarê mirina "milyonan" kesan e.
Trump derbarê Zelenskyy de got, "Ez wî tawanbar nakim lê nikarim bêjim ku wî karê herî baş kiriye."
Zelenskyy vê hefteyê di hevpeyvînekê bi medyaya Amerîkayê re Trump vexwend ku serdana Ukraynayê bike.
Trump amaje bi peymana kanzayan a bi Ukraynayê re kir û got, "Peymaneke me ya kanzayan heye ku ez texmîn dikim dê pêncşema tê were îmzekirin.
Ez bawer im Ukrayna dê pabendî peymanê be."
Wezîra Aboriyê ya Ukraynayê Yuliya Svyridenkoyê roja pêncşemê li Xê nivîsî, Kiyev û Washingtonê bîrnameyek mohr kirine û li gorî bîrnameyê, her du alî dê "sindoqeka hilberînê ji bo avadenkirina Ukraynayê ava bikin.
Şerê Rûsya û Ukraynayê zêdetirî 3 salan e berdewam e û hewlên îdareya Donald Trump jî ji bo bidawîkirina şer berdewam dikin lê tevî dan û standinên berdewam ên di navbera berpirsên Rûsya û Amerîkayê de, nekariye ti pêşkeftineke mezin bi Kremlînê re çêbike.
Berê jî Trump nerazîbûna xwe ya ji asta hêdîbûna dan û standinên agirbestê diyar kiribû û meha borî ragihandibû ku ew ji muxatabê xwe yê Rûs "hêrs e."
Piştî ku Trump di Kanûna Paşîn a 2025an vegeriya Koşka Spî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff du hevdîtin bi Vladimir Putin re li Rûsyayê pêk anîne.
Meha borî Rûsyayê pêşniyaza Amerîkayê ya rawestandina şer red kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse