Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Şaredariyan ên Fînlandayê de 9 namzedên Kurd bi ser ketin.
Li Fînlandayê hilbijartinên meclisên şaredariyan doh hatin kirin.
Li gorî encaman, 9 namzedên Kurd wekî endamên Şaredariyên Fînlandayê bi ser ketin û deng wergirtin da ku bibin endamên Meclisa Refahê ya wî welatî.
Ev namzedên ku dengên pêwîst bi dest xistine da ku bibin endamên meclisên şaredariyê ev in:
Şeyda Sohrabî ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ye bi destxistina 1,522 dengan hat hilbijartin.
Geşaw Bîbanî ji Hevpeymaniya Çepan e bi destxistina 1,091 dengan hat hillbijartin.
Muîz Ezîzî ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ye bi destxistina 638 dengan hat hilbijartin.
Tewar Salarî ji Partiya Sosyal Demokrat e bi destxistina 519 dengan hat hilbijartin.
Burhan Ehmedî ji Partiya Sosyal Demokrat e bi 344 dengan hat hilbijartin.
Nezîr Oral ji Partiya Sosyal Demokrat e bi destxistina 112 dengan hat hilbijartin.
Ayde Lutfî ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ye bi destxistina 73 dengan hat hilbijartin.
Abdulkadir Kiliçkes ji Partiya Kesk e bi destxistina 33 dengan hat hilbijartin.
Murat Eroglu ji Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ye bi 26 dengan hat hilbijartin.
Li gorî encaman hilbijartinan du berendamên Kurd ewqas deng bi dest xistine ku bibin endamên Meclisa Herêmî ev in:
Geşaw Bîbaniyê 1,091 deng û Tewar Salarî jî 519 dengan standiye û bûne ednamê Meclisa Herêmî ya Fînlandayê.
Ew endamên ku wekî endamên yedek hatine hilbijartin jî ev in.
Ebdulqadir Cefer ji Partiya Sosyal Demokrat e 202 deng bi dest xistiye.
Abdulqadir Hebîbî Zereabadê ji Partiya Sosyal Demokrat e 77 deng bi dest xistine.
Semîre Nûrî ji Partiya Sosyal Demokrat e û 45 deng bi dest xistine.
Ferzane Qadirî ji Partiya Sosyal Demokrat e û 51 deng bi dest xistine.
Afşîn Weysî ji Hevpeymaniya Çepan e 41 deng bi dest xistine.
Deham Behadîn ji Partiya Gelê Swêdî ye û 29 deng bi dest xistine.
Niştiman Kelhûrî ji Partiya Gelê Swêdî ye û 18 deng bi dest xistine.
Li gorî encaman, du berendam wekî endamên yedek ên Meclisa Herêmî hatine hilbijartin ku ev in:
Ebdulqadir Cefer ji Partiya Sosyal Demokrat 202 deng bi dest xistine.
Semîre Nûrî ji Partiya Sosyal Demokrat e 45 dengan bi dest xistine.
“20 hezar Kurd li Fînlandayê hene”
Serokê berê yê Federasyona Komelên Kurdî yên Fînlandayê Welat Nehrî di Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de got:
“Li gorî amarên fermî, zêdetirî 18 hezar Kurd li Fînlandayê dijîn lê hin ji wan kesên ku zimanê Kurdî zimanê dayika wan e.
Di dema tomarkirina xwe de nekarîbûn vê yekê ragehînin, yan jî bi netewên din re zewicîne, lewma dikare bê gotin zêdetirî 20 hezar Kurd li vî welatî dijîn."
Ji 37 namzedên Kurd 22 ji wan mêr û 15 ji wan jî jin bûn. Ji aliyê parçeyên Kurdistanê ve, 15 kes ji Rojhilatê Kurdistanê, 14 kes ji Bakur, 6 kes ji Başûr û 2 kes ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûbûn.
Tenê li bajarê Turkuyê 9 Kurd namzed bûn.”
Li Fînlandayê 21 herêm hene ku karên çavdêriya beşa tenduristiyê û xizmetguzariyan dikin.
Her wiha nêzîkî 300 şaredarî hene ku hikumraniya navxweyî ne û berpirsên çalakiyên nava şaredariyê ne.
Li hêla din, li gorî encaman rêza her 5 partiyên ewil wiha ye:
SDP: Ji sedî 22,5
NCP: Ji Sedî, 20,4
Cen: 19,4
Çep: Ji sedî 9,1
Kesk: Ji sedî 9,1
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse