NYT: Trump plana êrişa Îsraîlê ya li Îranê red kir

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Êriş Îran Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - The New York Timesê (NYT) ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plana êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Îranê red kir û îdia kir ku bi Tehranê re rêya diyalogê hilbijartiye.

The New York Timesê vê nûçeya xwe dispêre rayedarekî Amerîkayî ku navê xwe nexwestiye eşkere bike.

Di nûçeyê de hat gotin ku piştî rûdanên li Sûriye û Libnanê, Îran lawaz bûye û Îsraîl plan dike meha gulanê êrîş bike û ev plan bi Qesra Spî ragihand.

Rayedarên ast bilind ên leşkerî, siyasî û îstixbaratê ku di nava wan da Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael E. Kurilla, Şêwirmendê Ewêehiya Neteweyî Michael Waltz û Rêveberê Îstixbarata Neteweyî Tulsi Gabbard jî hene, li ser wê yekê gotûbêj kir ku dema Trump pesend bike Ameîrka dê çawa piştevaniya Îsraîlê bike.

Rêveberiya Trump bê alî ma

Reyedarên siyasî leşkerî û îstixbaratê yên rêveberiya Trump li hemberî planên êrişê yên Îsraîlê, bi giştî sekneke bêalî nîşan da.

Di demeke wisa de ku hevdîtînên Amerîkayiyan berdewam bûn, aliyê Îranê 28ê Adarê ragihand ku ew ji bo mizakereyan vekirî ne.

Piştî vê yekê, Alîkarê Serokê Amerîkayê Donald Trump JD Vance destnîşan kir ku eger dan û standinên bi Îranê re têk biçin, Trump dikare piştgiriyê bide êrişa Îsraîlê.

Fermandarê CENTCOMê General Michael E. Kurilla di serdana xwe ya Îsraîlê de, peyamek da rayedarên Tel Evîvê ku Koşka Spî dixwaze plana êrişa li ser navenda nukleerî rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst