Li Fînlandayê îro hilbijartinên şaredariyan tên lidarxistin

13-04-2025
RÛDAW
Nîşan Fînlanda Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fînlandayê îro hilbijartinên şaredariyan tên lidarxistin û 20 hezar Kurdên diyasporayê yên li wî welatî jî nûnerên xwe yên ji bo şaredariyan hildibijêrin.

Li Fînlandayê îro hilbijartinên şaredariyan tê lidarxistin.

Diyasporaya Kurdan a li Fînlandiyayê dest bi kampanyayeke berfireh kiriye ji bo ku bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartinên şaredariyan û herêmên xweser ên Fînlandiyayê bibe.

37 namzedên Kurd hene

Li gorî wan daneyên ku ketine destê Rûdawê, 37 Kurdên Fînlandiyayê di nav partiyên cuda yên wî welatî de bûne namzed.

Di nav wan de 18 kes li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat, 6 kes li ser lîsteya Hevpeymaniya Niştimanî, 5 kes li ser lîsteya Yekîtiya Çepan, 3 kes li ser lîsteya Partiya Swêdî, 2 kes li ser lîsteya Keskan, kesek jî li ser lîsteya Kirîstiyan Demokrat û du kes jî li ser lîsteya Partiya Navendê.

Ji koma 37  namzedên Kurd 22 jê mêr û 15 jê jin in.

Ji aliyê beşên Kurdistanê ve jî 15 kes ji Rojhilatê Kurdistanê, 14 kes ji Bakur, 6 kes ji Başûr û 2 kes jî ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Li Fînlandayê du cure hilbijartin tên kirin, hilbijartinên şaredariyan û hilbijartinên herêmên xweser ku berpirsiyar in ji xizmetguzariyên tenduristiyê, hawarçûnê û xizmetguzariyên civakî yên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst