Lehiyê bakurê Îtalyayê daye ber xwe, 3 kes mirin

18-04-2025
Nîşan Îtalya Lehî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Îtalyayê di lehiyên ku ji ber barana zêde rabûne de 3 kes mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, li bakurrojavayê welêt li bajarokê Monteu da Poyê yê nêzîkî Torînoyê kesekî 92 salî di nav ava lehiyê de asê maye û xeniqiye.

Li nêzîkî bajarê Vicenzayê yê li Valdagnoyê jî bav û kurekî ku dixwest bi wesayîta xwe ji lehiyê birevin ketine çaleke û winda bûne.

Di parvekirina Îtfaiyeya Îtalyayê ya li ser platforma Xê de hat ragihandin ku serê sibehê termên bav û kurê wî ji çalê hatine derxistin.

Hat diyarkirin ku li taxa San Martînoyê ya bajarê Trentoyê jî barana zêde bûye sedema hezazê û ji bo tedbîrê 14 kes hatine veguhastin.

Her wiha hat ragihandin ku li Herêma Valle d'Aostayê ku ji ber şert û mercên xerab ên hewayê bandor lê bûye 6 hezar û 400 kes bê kareba mane.

Li seranserê Herêma Piyemonteyê ku bajarê Torînoyê lê ye rewşa hewaya xerab îro hinekî hêdî bûye û asta hişyariyê ji "sor"ê daketiye "pirteqalî"yê lê tê gotin ku baran dê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst