Almanya (Rûdaw) - Namzedê Kurd ê Parlamanetoya Almanyayê Serdar Yuksel got, "Ez bangî hemû Kurdan dikim, mafê xwe bi kar bînin, biçin deng bidin û vê demokrasiyê ji dijminên demokrasiyê re nehêlin."
Yuksel got, "Em dixwazin derfetên koçberiya yasayî bidin kesên pispor."
Serdar Yuksel, endamê navdar ê Kurd ji Partiya Sosyal Demokratê (SPD) namzedê Parlamanetoya Almanyayê ye.
Piştî 14 salan ji parlamenterî li herêma Nordrhein-Westfalenê, niha hewl dide ku biçe Parlamentoya Federal.
Berbijarê Partiya Sosyal Demokrat Serdar Yuksel got:
"Girîng e ku Kurd û kesên bi eslê xwe Kurd in, li Parlamentoya Almanyayê nûnerên wan hebin, da ku daxwazên Kurdan, bi taybetî yên li Kurdistanê û Bakurê Îraqê, bên bihîstin û ew pira ku me di 15 salên borî de ava kiriye, niha li Berlînê were temsîlkirin."
Dê û bavê Serdarê 51 salî ji Bakurê Kurdistanê ne. Malbata wî sala 1964an koçî Almanyayê kiriye û ew li bajarê Essenê ji dayik bûye.
36 sal in ku endamê Partiya Sosyal Demokrat e. Ji bo vê hilbijartinê, bê rawestan propaganda dike, ji ber ku ew bawer dike demokrasî di metirsiyê de ye.
"Ez bangî Kurdan dikim herin mafê xwe bi kar bînin"
Serdar Yuksel wiha anî zimên: "Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) ji bo xurtkirina demokrasiyê dixebite.
Bi rastî demokrasî li Almanyayê di 75 salên piştî avakirina Komara Federal a Almanyayê de qet ew qas di metirsiyê de nebûye.
Partiyeke me ya rastgir û faşîst heye ku dixwaze demokrasiyê li vir tune bike. Divê ev yek gelekî, gelekî cidî were girtin.
Li welatên din xelk diçin ser cadeyan û canê xwe didin da ku bikaribin di civakeke demokratîk de bijîn û dengan bidin. Lê em dibînin ku mixabin gelek kes li malê dimînin.
Ez bangî hemû Kurdan dikim, mafê xwe bi kar bînin, biçin deng bidin û vê demokrasiyê ji dijminên demokrasiyê re nehêlin."
Serdar Yuksel ji bilî karê partî û parlamentoyê, li dehan rêxistinên taybet ên koçberan berpirsiyar û endam bûye.
Plana wî ya pêşîn wekî berê, parastina koçberan bi taybetî rewenda Kurd a li Almanyayê ye.
"Nabe ku em sînoran bigirin"
Namzedê Kurd Yuksek wiha axivî: "Ji bo me girîng e ku du welatînameya li Almanyayê bimîne.
Niha kesek dikare welatînameya xwe biparêze û di heman demê de welatînameyeke nû jî, wek ya Almanyayê, wergire.
Xala duyem ew e ku em nabê sînorên xwe bigirin, divê sînor vekirî bimînin.
Ew kesên ji şer û koçberiyê direvin, nabê bi têlên stirî û perde û dîwaran li ser sînoran rê li ber wan were girtin, berevajî vê em dixwazin wekî welatekî vekirî li hemberî cîhanê, demokrat û azad bimînin.
Xala sêyem ew e ku Em dixwazin bi rêya yasaya koçberiya kesên pispor ku bi ya min gelekî girîng e, derfetan ji xelkê re biafirînin bêyî ku wekî penaber werin, bi awayekî asayî wekî karker, wekî mînak ji Kurdistanê werin Almanyayê.
Di van demên nêzîk de jî dê rêyeke yasayî hebe ku kes bikare bi vîzeya kar a asayî were Almanyayê."
Serdar ji sala 2010an ve bûye parlamenterê herêma Nordrhein-Westfalenê û di çar hilbijartinan de yek li dû yekê, kariye baweriya dengderên herêma herî mezin a Almanyayê bi dest bixe û nûnertiya dengên civaka koçberan bi taybetî rewenda Kurd dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse