
Karwanekî Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê / Wêne: Delil Souleiman/Agence France-Presse - Getty Images
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rojnameya New York Timesê (NYT), artêşa Amerîkayê ji 8 baregehên xwe yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê 3yan digire û dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kiriye.
Di nûçeya ku rojnameyê li ser bingeha agahiyên du rayedarên payebilind belav kiriye de hat gotin ku Amerîka li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî kêm dike.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Amerîkayê di çarçoveya plana ku ji 8 baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê 3yan bigire de dest bi vekişandina bi sedan leşkerên xwe kiriye.
Hat ragihandin ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê dê ji 2 hezaran dakeve 1400î.
Li gorî New York Timesê, di nav baregehên ku hatine girtin de navên “Baregeha Piştgiriyê ya Gundê Kesk”, “M.S.S. Firat” û “tesîseke din a biçûk” derbas dibin.
Her wiha hat gotin ku rayedarên leşkerî dê piştî 60 rojî binirxînin bê ma dê hejmara leşkeran kêmtir jî bikin an na.
Amerîkayê dawiya sala par ragihandibû ku wan ji ber gefên DAIŞê û êrişên milîsên ku Îran piştgiriyê dide wan ên li ser baregehên Amerîkayê, li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî derxistiye 2 hezaran.
Ji aliyê din, NBCyê destpêka meha sibatê di nûçeya xwe ya ku li ser bingeha agahiyên du rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê belav kiribû de îdia kiribû ku li gorî polîtîkayên birêvebiriya Trump, Wezareta Parastinê dest bi amadekirina planan kiriye da ku leşkerên Amerîkayê di nava 30, 60 an 90 rojî de bi tevahî ji Sûriyeyê vekişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse