Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên Amerîkayî yên ku nexwestin navên wan werin eşkerekirin, ragihand ku artêşa Amerîkayê biryar daye di nav çend hefte û mehên pêş de, hêzên xwe yên li Sûriyeyê "ji nû ve rêk bixe" û nîvê leşkerên xwe vekişîne
Artêşa Amerîkayê niha nêzîkî 2 hezar leşker li Sûriyeyê hene û li çend baregehan de hatine bicihkirin, lê piraniya wan li Rojavayê Kurdistanê ne.
Hêzên Amerîkayî yên li wir bi hevkariya di gel hêzên herêmî, di nav de HSD, rê li ber xurtbûna DAIŞê digirin ku sala 2014an axeke berfireh a Îraq û Sûriyeyê kontrol kiribû û piştre ji destê wê hatibû derxistin.
Yek ji wan çavkaniyan ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re gotiye, "Dibe ku hejmara leşkeran bibe hezar leşkerî".
Berpirsekî din ê ku navê wî nehatiye eşkerekirin plana kêmkirinê piştrast kiriye, lê got: "Hîn tu zelalbûnek li ser hejmara leşkeran nîne."
Berpirsê duyem "gumanên" wî hebûn ku hejmar bê nîvîkirin, ev jî ji ber ku niha Îdareya Donald Trump, mijûlî danûstandinên li gel Îranê ye û hêzên xwe li herêmê xurttir dike.
Di van demên dawî de Amerîkayê çend balafir, ji wan B-2, keştiyên şer û sîstemên parastina asmanî şandine Rojhilata Navîn.
14ê Nîsana 2025an Trump got ku ew hest dike Îran "bi zanebûn" rêkeftina atomî ya bi Amerîkayê re bi paş dixe.
Trump her wiha got ku divê Îran fikra bombeya etomî ji serê xwe derxe, eger na dê saziyen wan ên nukleerî "bên bombebaran kirin".
Ji aliyekî din, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, mijûlî pêdaçûneke giştî ye li ser hêz û leşkerên Amerîkayê yên li seranserê cîhanê.
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku di meha 12an a par de Beşar Esed rûxand, hewl daye pêwendiyên Sûriyeyê ligel welatên herêmê û derve jî baştir bike.
Meha borî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriyê dide wan, rêkeftinek digel Şamê kir û biryar dan ku hêzên xwe tevlî Wezareta Parastinê bikin.
Di meha Adarê de Amerîkayê lîsteyek ji mercên xwe da Sûriyeyê da ku pêk bîne û ew jî di berdêla wê de beşek ji sizayên li ser Sûriyeyê rakin.
Lê ji wê dema ku Trump hatiye Koşka Spî, herî kêm behsa Sûriyeyê kiriye û hîn tu danûstandinên rasterast li gel Şamê nekiriye.
Hinek berpirsên Koşka Spî dibêjin, sedema kêmbûna pêwendî û dan û standinên Amerîkayê li gel Sûriyeyê ew e ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê berê bi El-Qaîdeyê ve girêdayî bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse