Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Timî yê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Vassily Nebenzia ragihand ku eger Almanya mûşekên Taurusê bide Ukraynayê dê rasterast tevlî şer bibe.
Nebenzia bersiv da pirsên nûçegihanan yên li ser îhtimala ku “Almanya mûşekên Taurusê bide Ukraynayê” û “gefên Amerîkayê yên bikaranîna hêza leşkerî li dijî Îranê” da.
Nebenzia li ser pirsa "Eger Almanya mûşekên Taurusê bide Ukraynayê dê were hesabkirin ku rasterast ketiye nav şer?" got, "Belê, dê wiha were hesabkirin."
Nebenzia anî zimên ku Almanya û gelek welatên din bi awayekî ketine nav nakokiya Ukraynayê û got:
"Ev welat bi alîkariya hêzên miwekîl şerekî li dijî Rûsyayê dimeşînin. Eger (Almanya) mûşekên Taurusê jî dabîn bike, ev dê bibe gaveke din a ber bi zêdekirina aloziyê ve."
Wî derbarê gefên Amerîkayê yên li ser Îranê amaje pê kir ku Amerîka di daxuyaniyên xwe de dibêje ew çareseriya siyasî tercîh dike û diyar kir ku ew jî vê vebijarkê tercîh dikin.
Mijara agirbestê
Nebenzia bi bîr anî ku piştî hevdîtina telefonî ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku 18ê Adarê pêk hatibû pêşniyara agirbesteke qismî ya li ser tesîsên enerjiyê hatibû rojevê.
Wî da zanîn ku Rûsyayê piştgirî daye vê pêşniyarê û ferman daye artêşê ku li gorî vê tevbigere.
Nebenzia diyar kir ku Rûsya ji roja yekem ve li gorî vê pêşniyarê tevgeriyaye lê tevî ku Ukraynayê bi eşkereyî piştgirî daye vê pêşniyarê lê rojane êrişên xwe didomîne.
Nebenzia got ku Ukraynayê zêdetirî 120 êrişî pêk anîne û êrişî tesîsên enerjiyê yên Rûsyayê jî kiriye û li pey çû:
"Ukraynayê agirbesta qismî ya li ser binesaziya enerjiyê pêk neanî.
Ji ber vê yekê li vê xalê qalkirina agirbestê ne realîstîk e."
"Dev ji çekdarkirina Ukraynayê berdin"
Nebenzia destnîşan kir, binpêkirinên Ukraynayê nîşan didin ku Kîev aştiyê naxwaze û got divê "piştgirên Rojavayî" û welatên Ewropayê zextê li Ukraynayê bikin û êrişên li ser binesaziyên enerjiyê bidin rawestandin.
Nebenzia daxuyand ku divê welatên Ewropayê dev ji çekdarkirina Ukraynayê berdin û bal kişand ser wê yekê ku ew heta niha gaveke bi vî rengî nabînin.
“Aştî ne xema wan e”
Wî ragihand ku gelek welatên Ewropayê ketine nav şer û got:
"Welatên Ewropayê behsa aştiyê nakin.
Ew ne xema wan e, ew karên xwe didomînin û Ukraynayê ber bi newalê ve dehf didin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse