Serokwezîra Estonyayê: Piştî şer emê endamtiya Ukraynayê ya di NATOyê de nîqaş bikin

12-07-2023
RÛDAW
Nîşan Estonya Ukrayna NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna vê carê ya NATOyê de jî hêviya Ukrayniyan a endambûna di wê hevpeymaniya leşkerî de pêk nehat û Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas dibêje: “Ti kes naxwaze ew şerê ku niha heye, zêdetir û mezintir bibe”, lewra dema şer bi dawî bû ew dê endamtiya Ukraynayê di NATOyê de nîqaş bikin

Berî destpêkirina Lûtkeya NATOyê li paytexta Lîtwanyayê bajarê Vilniusê, beşek ji Ukrayniyan bi hêvî bûn ku welatê wan di wê hevpeymaniya leşkerî de bibe endam.

Alla Goslîng, Ukraynî dibêje, “Eger rastî bibêjim, me hêviyeke zêde heye ku di berjewendiya Ukraynayê de biryar bê dayîn û welatê me bibe endama NATOyê.”

Lê li Vilniusê biryareke din hat dayîn. Rojek ji bo endamûna Ukraynayê ya di NATOyê de nehat diyarkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg ragihand, welatên endam di wê hevpeymaniyê de pakêteke sê xalî derbarê Ukraynayê de pesend kirine.

Jens Stoltenberg got: “Hevpeymanan li ser paketeke sê tedbîrî ya ji bo nêzîkkirina Ukraynayê ya bo NATOyê lihev kirin. Ya yekem bernameyeke alîkariyên serbazî ye ku Ukraynayê ji serdema Sovyetê tîne serdema NATOyê. Ya duyem damezrandina encûmeneke nû di navbera Ukrayna û NATOyê de ji bo şêwirê û biryardanê ye. Ya sêyem jî tedbîrên li pêşiya Ukraynayê yên bo endamtiya NATOyê bên rakirin, dema ku Ukraynayê mercên wê cîbîcî kirin û hevpeyman li ser endambûna wê yekdeng bûn.”

Maddeya pêncemîn a rêkeftina ku bûye bingehe çêbûna NATOyê dibêje, êrîşa li ser endamekî NATOyê êrîşe  bo ser hemû endamên NATOyê.

Ev jî tê wê wateyê ku pesendkirina endambûna Ukraynayê di NATOyê de, temamiya vê hevpeymaniya leşkerî dikişînr nav şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de. Rewşek ku ti endameke NATOyê naxwaze çêbibe.

Serokwezîra Estonyayê, Kaja Kallas dibêje: “Ti kes naxwaze ew şerê ku niha heye, zêdetir û mezintir bibe, Ji ber vê jî tişta ku em dikin ji piştevanîkirina Ukraynayê pê ktê ku Ukraynî bikarin berevaniyê bikin û Rûsan bo Rûsyayê bidin paşdekişandin.”

Ew piştevaniya ku Serokwezîra Estonyayê behsa wê dike niha bo Ukraynayê gelek girîng e.

Amerîkayê bi bihayê 46 milyar dolaran alîkariya serbazî pêkêşî Ukraynayê kiriye. Endamên din ên NATOyê jî 22 milyar dolar ji wê alîkariyê pêşkêşî Kyivê kirine.

Ukraynayê pêdivî bi wan alîkariyan e daku bikare li hember êrîşên Rûsyayê raweste û li ber xwe bide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst