Îtalyayê hişyariya 'şerê cîhanê' da!

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Antonio Tajani Îtalya NATO Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got, divê leşkerên NATOyê neçin Ukraynayê, tiştekî wiha dê bibe sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gotibû ku mijara şandina leşkeran a Ukraynayê nayê paşguhkirin.

"Hêvîdar im tiştekî wisa nebe"

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li ser gotinên Macron wiha got:

“Ez di wê baweriyê de me ku divê NATO nekeve Ukraynayê. Hêvîdar im tiştekî wisa nebe.

Çûyîna wê derê û şerê bi Rûsyayê re tê wateya metirsiya derketina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

”Em bi Rûsyayê re nakevin şer"

Tajani tekez kir ku ew bi Rûsyayê re ne di şer de ne û wiha pê de çû:

“Em hiqûqa navneteweyî û azadiya Ukraynayê diparêzin lê belê em bi Rûsyayê re nakevin şer.

Em her cure amûrên leşkerî, teknîkî û aborî didin Kievê lê ketina şer bi ya min wekî xeletiyê tê dîtin û hemû Îtalî vê yekê naxwazin.”

Tajani herwiha da zanîn, ne mimkin e ku leşkerên Îtalyayê biçin Ukraynayê.

Papayê Vatîkanê Papa Franciscus di 9ê Adarê de di hevpeyvînexwe ya bi Radyoya Swêdê (RSI) re de gotibû:

“Ez di wê baweriyê de me, yên ku rewşê dibînin, yên ku xelkê xwe difikirin, yên ku alaya spî bilind dikin û cesareta muzakerayan nîşan didin bihêz in.”

Ev gotinên Papayê Vatîkanê bûbûn sedema bertekan.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani amaje bi vê yekê kir ku gotinên Papa hatine berovajîkirin û wî aştî xwestiye û ji ber vê yekê banga diyalogê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst