Putîn: Di navbera Rûsya û NATOyê de pevçûn mimkun e

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Vlamdir Putîn Rûsya NATO Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku di navbera Rûsya û NATOyê de pevçûn mimkun e.

Putîn herwiha got, "Ev pevçûn dê bibe sedem ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn gavekê zûtir çêbibe lê ez bawer dikim ku ti kes bi vê mijarê re eleqedar nabe."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn piştî ku hilbijartina serokomariyê bi dawî bû, ji navenda hilbijartinê bangî welatiyan kir.

Putîn spasiya gel kir ku ew beşdarî hilbijartinê bûne û spasiya taybet jî ji artêşa Rûsyayê re kir ku li ser sînorê Ukraynayê ye.

Putîn paşê pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Pevçûn dê bibe sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn”

Putîn li ser pirsa “Gelo dê di navbera Rûsya û NATOyê de pevçûnek derkeve yan na?” wiha got:

"Di cîhana nûjen de her tişt mimkun e. Ev pevçûn dê bibe sedem ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn gavekê zûtir çêbibe lê ez bawer dikim ku ti kes bi vê mijarê re eleqedar nabe."

Putîn got haya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji teklîfa agirbestê ya ku dê di dema Olîmpiyatên 2024an a Parîsê de çêbibe, tune.

Putîn herwiha destnîşan kir ku Rûsya dê di her şert û mercê de li gorî berjewendiyên xwe û rewşa li herêma pevçûnê tevbigere.

Putîn axaftina xwe wiha domand:

"Em alîgirê danûstandinên aştiyê ne lê ne ji ber ku cebilxaneya dijmin kêm bûye.

Heke ew bi rastî jî cidî ne û dixwazin di demeke dirêj de jî aştiyê bikin, em alîgirê hevdîtinên aştiyê ne.

Ne ku dîsa ji bo çekhildan çêbibe û ji bo vê jî sal û nîv û du sal navber bê dayîn."

Putîn got divê Fransa aloziya li Ukraynayê girantir neke û ji bo çareseriya aştiyane hevkariyê bike.

Putîn diyar kir, ew dizanin ku leşkerên NATOyê li Ukraynayê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst