Swêd û Fînlanda yasayên welatîbûnê tundtir dikin

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Alayên Swêd û Fînlandayê/Wêne: Arşîv
Alayên Swêd û Fînlandayê/Wêne: Arşîv
Nîşan Swêd Fînlanda Welatîname
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Swêd û Fînlandayê qaîdeyên wergirtina welatînameyê tundtir kirin.

Di nava hefteyê de li Fînlandayê yasayeke nû ya wergirtina welatînameyê dê were derxistin.

Berê, her kesê ku li ser hev 5 salan mafê rûniştinê wergirtiba dikaribû serî li welatîbûnê bide.

Fînlanda wê yasayê diguhere û demê dike 8 sal.

Ev tê wê wateyê, ji bo serlêdana welatîbûnê divê mirov 8 salan bi awayekî qanûnî li Fînlandayê jiyabe.

Di nava wan 8 salan de dikare 365 rojan û her salê jî zêdetirî 90 rojan li derveyî Fînlandayê be.

Ev şert û merc ne ji bo her kesî ne.

Kesên ku xwedî asteke bilind a Fînlandîyê ne û bi awayekî çalak di civaka Fînlandayê de cih digirin, her wiha kesên ku hevjîna wan Fînlandî ye an welatiyê welatekî Skandînavyayê ne an jî wekî penaberên siyasî li wir in, dikarin piştî 5 salan serlêdana welatîbûnê bikin.

Swêd jî dest bi bicihkirina biryareke bi vî rengî dike, li wir jî, kar li ser mayîna 8 salan tê kirin.

Wekî din, divê serlêder ti sûc nekiribin û ji bo ewlehiya Swêdê xetere neyê hesibandin.

Ezmûnên ziman û çanda Swêdî mecbûrî dibin û divê serlêder îspat bike, ji bo ku li Swêdê bijî xwedî agahiyên pêwîst in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst