Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê projeyasayeke nû amade dike da ku welatînameya kesên ku gef in li ser ewlehiya welêt betal bike.
Hikûmeta Swêdê dest bi gavên betalkirina welatînameya kesên ku ji bo ewlehiya welêt gef in an jî sûcdar in kiriye.
Bi projeyasaya nû tê plankirin ku welatînameya Swêdê ya kesên ku sûc dikin an jî ji bo ewlehiya civakê xeter in ji wan bê standin.
Partiyên beşdarî koalîsyona hikûmeta Swêdê bûne jî iştgiriyê didin wergirtina pasaportên kesên ku xeternak û sûc dikin.
Tê gotin ku projeyasa dê li gorî destûra Swêdê rê bide betalkirina welatînameya van kesan.
Li gorî destûra bingehîn a Swêdê, piştî ku kesek bibe welatiyê Swêdê nikare ji welatînameya xwe bê bêparkirin lê tê gotin ku bi projeyasaya nû dibe ku ev rewş biguhere.
Hevkarên hikûmeta Swêdê yên derve piştgiriyê nadin vê biryara hikûmetê lê tenê Partiya Demokrat ragihand ku ew piştgiriyê dide vê gavê.
Wezareta Koçberiyê ya Swêdê diyar kir ku niha li dijî 600 kesan pêvajo hatiye destpêkirin ku welatînameya wan bê betalkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse