Swêd - Koçberên ku 4 sal in bersiva welatînameyê wernegirtiye hene

05-04-2025
Hêmin Ebdullah
Saziyeke Swêdê /Wêne: Arşîv
Saziyeke Swêdê /Wêne: Arşîv
Nîşan Swêd Koçber Welatîname
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Saziyek çavdêriyê ya dewletê ya Swêdê rexne li Daîreya Koçberan a welatê xwe digire û dibêje kes hene çar sal in daxwaza welatînameyê kiriye, hîn bersiva wan nehatiye dayîn.

Her wiha gelek caran biryarên rast li ser daxwaziyan nayên dayîn.

Saziya Lêpirsînê ya Swêdê ku saziya herî bilind a çavdêriya saziyên dewletê ye û li karînî û saxlemiya karên wan saziyan dipirse, di vê demê de çavdêriya Daîreya Koçberan a welatê xwe kiriye.

Di rapora saziyê de hat ragihandin ku Daîreya Koçberan gelekî hêdî û bi bandor nîne di bersivdayîna wan kesan de ku daxwaza welatînameyê (yan pasaporta Swêdî) dikin.

Saziyê nimûne bi vê yekê aniye, kes hene çar sal in daxwaza welatînameyê kirine û hîn bersiva wan nehatiye dayîn.

Sedema vê jî ew e ku Daîreya Koçberan zêdetir li ser wan dosyeyan kar dike ku bersivdayîna wan hêsan e, ewên ku pêdivî bi lêkolînên zêdetir hene ji bo demeke dirêj tên paşxistin.

Ev jî kiriye ku kesên daxwazker ji bo demeke dirêj di çavdêriyê de bimînin.

Sazî daxwazê ji Hikûmeta Swêdê dike ku rêbazên pêwîst bigire û nehêle ku ev derengketin berdewam bike.

Her wiha ji aliyê yasayî ve hêsankarî ji bo Daîreya Koçberan were kirin da ku bikaribe zûtir agahiyan li ser kesên daxwazker bi dest bixe û bi vê yekê bikaribe zûtir biryarê bide.

Di heman demê de daxwaza wê jî hatiye kirin ku sîstemeke çêtir ji bo kontrolkirina karên di nav saziyê de were danîn da ku hemû kesên li wir wek hev kar bikin û biryarên şaş jî neyên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst