Li Fînlandê cotkar li şûna petrolê ji êzing û rojê ênerjiyê çê dikin

01-08-2022
Mihemed Ibrahîm
Nîşan Fînland Enerjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Ewropayê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê kêmbûna gazê zêde bûye. Li Fînlandê beşekî xelkê bi taybet li gundan hewl didin li şûna gazê alternatîvekê ji xwe re peyda bikin. Welatiyên Fînlandê yên li nêzîkî sînorê Rûsyayê li şûna gazê êzing û enerjiya rojê bikar tînin. Li gorî yasaya Fînlanda her kes dikare darên daristanan bibirre, lê li şûna birîna darekê divê du daran biçîne û av bide.

Cotkarê bi navê Yoni bi hevjîna xwe re li gundekî li ber kendava Finlandê ya li nêzîkî sînorê Rûsyayê dijî. Wek hemû xelkê gundan li Finlandê ew êzîngên daran û enerjiya rojê li şûna xaz û petrolê bikar tînin.

Cotkerê Fînlandî Yoni dibêje"Darên me gelek in, ew çavkaniyeneke baş e ji bo enerjiyê. Ez ji bo enerjiyê gelek dar û elektrîkê bikar tînim. Ez gaz û petrolê bikar naynim."

Zivistana Ewropayê gelekî dijwar e û ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê di navbera Rûsya û welatên Ewropayê de krîza enerjiyê derketiye.

Piraniya xelkê gundên Finlandê li nêzîkî avê dijîn. Li gor yasaya Finlandayê her kes dikare bibe xwediyê daristaneke taybet, darên wê ji bo xwe bibire, lê li şûna her darekê ku dibirre divê du daran biçîne.

Taria bi elektrîka enerjiya rojê keskahiya mala xwe diçine û av dide.

Cotkara Finlandî Taria got "Li vê derê sentereke mezin a  berhemanîna enerjiyê bo me tê avakirin , em bihêvîne enerjiya  pêwîst bo me berhem bîne."

Yoni û Taria li qeyika xwe siwar dibin û di nav ava ku derbasî Rûsyayê dibe re geşta xwe dikin û dibêjin ti pirsgirêka wan nîne li gel Rûsyayê, ji ber ew ne hewceyî xaza wê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst