Şêwirmendê Sûdanî: Li Îraqê qebareya destûrên veberhênanê 88 milyar dolar e

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Necar Şêwirmendê Sûdanî Îraq Enerjî Veberhênan
A+ A-

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Necar ji Rûdawê re eşkere kir ku qebareya destûrên veberhênanê li Bexda û parêzgehan ku ji aliyê Desteya Veberhênanê ya Neteweyî ve hatine derxistin, gihiştiye 88 milyar dolaran.

Mihemed Necar li ser qadên enerjiyê yên Îraqê ev agahî dan:

“Qada yekem, Îraq welatek e ku bi enerjî û petrolê tê naskirin. Qada yekem petrol û gaz e. Qada duyem pêşxistina avahiyan e. Qada sêyem pîşesazî ye. Qada çarem xizmetguzarî ne.

Veberhênan di çandiniyê de, em dikarin bêjin ku ne di asta daxwazê û wê qebareyê de ye ku em dikarin qala wê bikin.”

Hevpeyvîna Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Necar a li gel Mihemed Fatih wiha ye:

Rûdaw: Birêz Necar li Bexdayê li gel me ye. Birêz Necar, dema te xweş be, hêvîdar im tu gelekî baş bî. Şandeyeke bazirganî û veberhênanê ji Amerîkayê hat Îraqê, ev şand ji bo çi hat? We ti peyman an jî nivîseke têgihiştinê îmze kir?

Mihemed Necar: Bi navê Xwedayê dilovan û mihreban. Spas ji bo mêvandariyê. Ev şand şandeya herî mezin a bazirganî ya Amerîkayê ye ku tê Îraqê û ji aliyê Wezareta Bazirganî û Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ve tê piştgirîkirin.

Sedema serdanê ew e ku sê armancên koman hebûn: Yekem, dîtina derfetan, duyem, dîtina hevbeşan û sêyem, veberhênan. Belê, çend tifaqên mezin ên hevtêgihiştinê li gel Kompanyaya GEyê ji bo dabînkirina enerjiya elektrîkê hatin îmzekirin.

Her wiha îmzekirina rêkeftinameyeke din di navbera Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê û Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê yên Îraqê de. Ev guherîneke mezin e di helwesta veberhêner û kompanyayên Amerîkî derbarê Îraqê ku ev jî ji ber wê başbûnê ye ku di jîngeha veberhênanê û karûbaran û rewşa siyasî û ewlehiyê de rû daye.

Rûdaw: Birêz Necar, qebareya wan nivîsên têgihiştinê û peymanan çend e? Yanî bi bihayê çend milyon dolar an çend milyar dolaran bû?

Mihemed Necar: Belê, gotûbêjên li gel Kompanyaya GEyê derbarê elektrîkê de zêdetir pêwendiya xwe bi berhemanînê ve hebû, zêdetir ji hejmara dawî lê belê bi milyaran dolar e. Hejmara dawî nehat ragihandin lê rêkeftin li ser zêdekirina şiyana Îraqê di berhemanîn û dabeşkirin û enerjiya tora elektrîkê li nav Îraqê hat kirin. Hejmarên ku behsa wan hat kirin, bi hezaran megawatt bûn ku bi milyaran dolar tê texmînkirin.

Rûdaw: Belê, we ti daxwaz ji aliyê Amerîkî kiriye ku pêwîstiya Îraqê bi çi sektorê heye da ku kompanyayên Amerîkî veberhênanê tê de bikin?

Mihemed Necar: Bi rastî, Dewletên Yekbûyî di sê sektorên serekî de pêşeng e: Sektora teknolojiyaya zanyarî, sektora bankan û sektora elektrîkê. Her wiha firokevanî jî. Derbarê wan sektorên ku me behs kir, sektorên din jî hene wekî piştrastkirin (bîme-sîgorte) û zêdekirina hinardekirina berhemên Amerîkî bo bazara Îraqê, zêdekirina peymanên ku kompanyayên Amerîkî ji hikûmetê werdigirin, her wiha me qala veberhênana hevbeş kir di warên wek pîşesaziya navçeyî, ronahî û berhemanîna aprjên û başkirina bikaranîna teknolojiya zanyarî li Îraqê. Herwiha behsa damezirandina sentera zanyariyên mezin hat kirin, ji bo duristkirina guhertinê di guherîna dîjîtalî de, gotûbêjên din jî hebûn lê piraniya wan dan û standinên ku hatin behskirin di van waran de bûn.

Rûdaw: Ti têkiliya wê bi çax û demê re heye? Di vê demê de çima kompanyên amerîkî hatin Îraqê?

Mihemed Necar: Belê, ev serdan ku hejmareke zêde ji sed kesî zêdetir bûn, çend mehan berê amadekariya wê hatibû kirin, dema wê di vê demê de bû, sala borî serdaneke bi vî rengî hebû lê şand biçûktir bû, vê carê mezintir bû, kompanyayên navdar hatin ku berê li ser çûna nav bazara Îraqê nefikirîbûn, wek kompanyayên Google û Oracle ku berê li derve xizmetguzarî pêşkêş dikirin, niha bi awayekî cidî li ser hatin û berhemanînê difikirin, her wiha hinek kargeh hene ku dixwazin li Îraqê berhem bînin ji ber ku lêçûna veguhastinê kêm dike, ku heta niha di navbera Amerîka û Îraqê de giran e, loma dem ji bo me pir baş bû lê gelo ji ber guherîna rêveberiya amerîkî bû? Na, berê plana wê hatibû danîn lê dema wê dibe ku di vê qonaxê de sûdê bigihîne me.

Rûdaw: Baş e birêz Necar, bila em bi hev re vekirî bin, heta çi radeyê jîngeha kar û jîngeha veberhênanê ji bo kompanyên amerîkî li Îraqê baş e?

Mihemed Necar: Niha peywendî bazirganî ne, em petrolê ji wan re dişînin û ew otomobîl û amûr û hinek caran çek û firoke û teknolojiyê dişînin, veberhênana mezin niha nîne lê wekî sindoqa veberhênanê ya Îraqê em hewl didin veberhênanan berfireh bikin ji bo hatina veberhênana amerîkî û berevajî wê jî, pêwîstiya veberhênanê bi jîngeheke aram heye û spas ji Xwedê re di du-sê salên borî de jîngeh gelekî piştrastker bû û hikûmetê peyama erênî şandiye bi rêya wan projeyên ku xistiye kar.

Rûdaw: Belê birêz Necar, niha qebareya veberhênana kompanyên Amerîkî çend e li Îraqê bi giştî û çend kompanyên Amerîkî li Îraqê sermayeguzarî û veberhênanê dikin?

Mihemed Necar: Niha gelekî kêm e, piraniya veberhênanên wan têkildarî pêşdebirina navendên firotinê û rahênanê ne, lê livîna dirav û sermayeyê ji bo vir pir kêm e, hêvîdar in bi van serdanên berdewam ên navbera me, em bikaribin deriyan vekin ji bo hatina veberhênanê ji her du aliyan ve, ji ber ku veberhênana Îraqê jî li Amerîkayê lawaz e, ji ber ku rewş aloz bû, spas ji Xwedê re, bi vê aramiyê û van peyaman em çaverêyî zêdebûnê dikin.

Rûdaw: Birêz Necar, di destê me de ti amar nînin ku em zanibin qebare çi qas e? Amareke diyarkirî nîne, ji ber ku beşek ji van veberhênanan bi rêya nûnerên kompanyayên Amerîkî tên, ne rasterast, ku jê re veberhênana rasterast a biyanî tê gotin.

Mihemed Necar: Loma eger hejmar jî hebin, ne hejmarên rastîn in û mirov nikare pişta xwe bi wan girê bide, pêwîst e çavdêrî û lêkolîneke berdewam li ser tevgera sermayeyê di navbera her du welatan de hebe û înşallah di pêşerojê de ev yek dê çêbe.

Rûdaw: Baş e birêz Necar, hejmareke zêde ya kompanyayên neftê yên Amerîkî li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin û gelekî xemgîn û nîgeran in ji wê yekê ku hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin, gilî ji Wezareta Neftê ya Îraqê hene, di wê civînê de ti gilî û gazind ji vê mijarê hatin gotûbêjkirin?

Mihemed Necar: Ez bi xwe bi du kompanyayên ku li Kurdistanê kar dikin re civiyam, rastiya wê çend pirsgirêkên teknîkî û yasayî hene ku piraniya wan hatine çareserkirin, înşalah em hêvîdar in ku di du-sê mehên pêş de ev rewş dê bi qazanca hemû aliyan biguhere.

Rûdaw: Birêz Necar, ka em behsa rewşa veberhênanê li Îraq û li Herêma Kurdistanê bikin, em dikarin bizanin niha hejmara projeyên destûrdayî çi qas e li Îraqê û sermayeya projeyan bi giştî çiqas e?

Mihemed Necar: Yekem hejmara ku ez dikarim bidim we, hejmara destûrên veberhênanê ye ku ji aliyê desteyên veberhênanê li Bexda û parêzgehan û desteya niştimanî ya veberhênanê ve hatine dayîn, ev hejmar digihîje 88 milyar dolarî wek destûr, mîqdarên pereyên cîbicîkirinê, wekî hûn dizanin hinek projeyan çend sal divê, lewma pere ji destpêkê ve nayê hundir, divê qonax bi qonax were hundir, em pêşbînî dikin eger em bibêjin ji sedî 15, yanî salane nêzîkî 10-12 milyar dolarî tê hundir yan veberhênan tê kirin di vê bazarê de, li gorî destûrên ku hatine dayîn, lewra înşallah wek sandiqa veberhênanê ya Îraqê em hewl didin van hejmaran du qat bikin bi rêya avakirina platformekê ji bo kompanya û dezgehan ji hemû cîhanê û Îraqê jî taku em vê hejmarê bi awayekî darîçav zêde bikin.

Rûdaw: Baş e, lê birêz Necar, niha ti daneyeke me li ber dest nîne ku tevahiya projeyên ku li Îraqê destûr wergirtine çend in û sermayeya wan çend e?

Mihemed Necar: Tişta ku min ji we re got, pîvan ew e ku hikûmetê pîvan daniye, 88 milyar dolar e, ku qebareya destûrên veberhênanê ye ku ji desteyên veberhênanê derketine. Ev hejmar, wê germî û enerjiya ku di beşên cuda de heye nîşan dide. Belê, beşên cuda. Derbarê wan pereyên ku wekî encama vê hatine hundir jî...

Rûdaw: Birêz Necar, di nav beşa veberhênanê de, kîjan beş herî zêde veberhênan lê hatiye kirin? Niştecîbûn e, pîşesazî ye, bazirganî ye, çandinî ye, geştûguzarî ye? Kîjan e?

Mihemed Necar: Qada yekem, Îraq welatek e ku bi enerjî û petrolê tê naskirin. Qada yekem petrol û gaz e. Qada duyem pêşxistina avahiyan e. Qada sêyem pîşesazî ye. Qada çarem xizmetguzarî ne. Veberhênan di çandiniyê de, em dikarin bêjin ku ne di asta daxwazê û wê qebareyê de ye ku em dikarin qala wê bikin. Ev pêşîne ne.

Rûdaw: Bibore.

Mihemed Necar: Belê, fermo...

Rûdaw: Bibore, bersivê temam bike, lê ti texmîneke we heye, bo nimûne beşa petrolê çi qas veberhênan lê hatiye kirin, bi sermayeya çend, paşê beşa eqarat, avahî, bi sermayeya çend?

Mihemed Necar: Belê belê, derbarê petrol û gazê de, nêzîkî 44 milyar dolar e, eger em girêbesta Total û girêbesta BPyê ku di van demên dawî de hatine îmzekirin werbigrin, herwiha girêbestên gazê û destûrnameyan, dibe ku bigihîje 50 milyaran. Ez bi teqezî nizanim, lê dibe ku ev hejmara 44an hejmara herî rast be. Derbarê avahiyan de, nêzîkî 15 milyar dolar e û zêdetir jî. Tişta ku dimîne di navbera xizmetguzariyan û beşên din de ye.

Rûdaw: Piştî sektora pîşesaziyê, sermaya çend e ku veberhênan tê de hatiye kirin, bi texmînî jî nêzîkî me bike birêz Necar, baş e, belê di sektora avahîsaziyê de çend hatiye kirin?

Mihemed Necar: Bila ez bi guhdaran re rastgo bim, hejmareke rast di destê min de nîne lê hin texmînên destpêkê behsa 15 heta 20 milyar dolaran dikin.

Rûdaw: Belê birêz Necar, hejmareke zêde sermayedar û veberhêner li Herêma Kurdistanê niha li bajarên naverast û başûrê Îraqê veberhênanê dikin, ti texmîna we heye? Hûn dizanin ew sermayedarên Kurd zêdetir di kîjan warî de veberhênanê dikin û qebareya wê sermayeya ku veberhênanê pê dikin li Îraqê çend e?

Mihemed Necar: Erê çar hîmên veberhênanê hene, yekem di warê enerjiya kehrebayê de ye ku hejmara veberhênerên Kurd pir zêde ye, paşê avahîsazî (real estate) tê, herwiha veberhênerên me di warê pîşesaziyê de xasma di pîşesaziya çîmentoyê de hene, paşê hinek pîşesaziyên cur bi cur hene, lê piraniya veberhênanan di navbera elektrîk û neftê de û ya sisiyan avahîsazî ye.

Rûdaw: Belê ti texmîn heye ku bi sermayeya çend veberhênanê dikin? Belê sermayeya vegerandî çend e di nava vê sektora ku sermayedarên Kurd, veberhênerên Kurd veberhênanê tê de dikin?

Mihemed Necar: Bi Xwedê eger min zanîba hûn ji van hejmaran hez dikin min dê amade bikira, di rastiyê de ev hejmarên me nînin ji ber ku em tenê li veberhênerên Îraqî dinerin, ti dabeşkirinek nîne ji bo Kurd an Ereban an yên din, eger hûn ji van tiştan hez dikin, dibe ku tenê ji navê veberhêner em zanibin lê em li veberhênanên Kurdistanê wek veberhênana derve nanêrin, lê wek veberhênana Îraqî lê dinerin.

Rûdaw: Belê birêz Necar, çi kiriye ku veberhêner û sermayedar ji bajarên Herêma Kurdistanê - hemû Îraq e, hemû yek dewlet e - lê ji bajarên Herêma Kurdistanê werin bo navçeyên naverast û başûrê Îraqê? Yanî ew hêsanî çi ne? Ew bexşîn çi ne ku dikin ji bo berhemhêneran bo wê yekê ku bala veberhêneran û sermayedaran û paredaran bikşînin.

Mihemed Necar: Rastiya wê gelekî dişibe ya Herêma Kurdistanê, tenê cudahî hebûna qebareyeke mezin a bikaranîn û pêdiviyê ye, ji ber ku navçeyên naverast û bakur û başûr, azarên zor ji ceng û teror û tiştên din kişandine, bila bibêjin Xwedê Kurdistan bi aramiyeke rêjeyî bexşî, ji ber wê veberhênan di wê heyamê de li Kurdistanê bûn, vêga bazara vê navçeyê gelekî mezin e û ji ber ku aramî heye, daxwaziyek çêbûye, ji ber ku veberhênerê Kurd karê xwe mezin dike, binkeya serekî li Kurdistanê ye, niha karê xwe li naverast û başûr dorfireh dike û em bi hemû awayekî pêşwaziyê lê dikin.

Rûdaw: Delal e, ti veberhêner û sermayedarek heye ji navçeyên naverast û başûrê Îraqê li Herêma Kurdistanê veberhênan û sermayeguzariyê bikin û hûn pê haydar bin birêz Necar?

Mihemed Necar: Wekî min got, em li başûr û bakur nanêrin lê em li Îraqê dinêrin, ez nizanim û jimarên min bi vî awayî nînin û ez li wê yekê nefikirîme ku jimareyeke bi vî awayî derxim, ji ber ku di dawiyê de sermayeya Îraqê ye û madem ku di nav Îraqê de dizivire, xêr û bereket e.

Rûdaw: Belê hemû xêr û bereket diçe yek hewzê ji Zaxoyê heta Besrayê birêz Necar, rast e lê li Herêma Kurdistanê desteya veberhênanê heye li Îraqê jî dezgeha veberhênanê heye ji bo wê min ev pirs kir, birêz Necar tiştekî din ku pir pir girîng e derdek e di kerta veberhênanê de bi giştî li Îraqê ew e temamnekirina projeyan û bicihhiştina projeyan, ti zanyariyên te hene jimara wan projeyan çend in ku moleta wan hatiye wergirtin ji ber ku di dema xwe de temam nebûne yan dest bi cîbicîkirina wan nehatiye kirin? Ev dozek bû di heyama çend salên rabirdû de biryar ew bû çareser bibe, hez dikim em li ser vê yekê biaxifin.

Mihemed Necar: Belê, ez ji bo vê pirsê spas dikim, ji ber ku ev pirs di rastiyê de bandoreke mezin li ser veberhênanê dike. Gelek veberhêner hene ku rastî pirsgirêkan hatine, destûra veberhênanê û zevî wergirtine.

Di vî warî de sê cure pirsgirêkên me hene: Cureyê yekem ew e ku werdigire û piştî wergirtinê, hêvî dike ku destûrê bifroşe kesekî ku bi rastî dixwaze veberhênanê bike. Rêjeyek ji vê heye. Cureyê duyem têkçûn e ji ber nebûna rêveberiya darayî ya rast ji bo projeyan. Yanî rastî pirsgirêka darayî tê. Her kesê zevî werbigire yan bibe veberhêner, ne şert e ku şiyana rêvebirina wî ya veberhênanê hebe. Ji ber vê yekê piraniya wan hewl da û niyeta wan baş bû lê şiyanên wan ên rêvebirî û teknîkî ne di asta pêwîst de bûn. Ev cureyê duyem e.

Cureyê sêyem rûtîn e ku carinan rastî wê tên, rûtîna kujer ku zirar daye gelek veberhênanan. Bi dîtina min, ev sê sedem in ku cîbicîkirina wan dereng xistiye.

Derbarê hejmar û daneyan, ev guherîne. Di qonaxekê de fikra wergirtina destûrê hat rojevê lê di rastiyê de cîbicîkirina wê zehmet bû ji ber ku derket holê ku dewlet di dayîna zeviyê de dereng ketiye yan pirsgirêkên din hebûn. Ji ber vê yekê divê çareserî yek bi yek bin, ango rewş bi rewş bêne lêkolînkirin.

Rûdaw: Ti rêje li cem we heye? Ger em bi rêjeya sedî biaxivin birêz Necar ji sedî çend proje destûr ji wan hatiye stendin ji ber ku temam nebûne? Gelo ti projeyek heye ku ji sedî sifir bê cîbicîkirin, tiştek jê neyê cîbicîkirin? Yan ji sedî pênc heta deh heta bîstî bê cîbicîkirin.

Mihemed Necar: Bi Xwedê ev hejmar li cem min nînin, ez lêborînê dixwazim ji ber ku bi dîtina min piraniya rewşan dikevin nav wan sê cureyan. Desteya Veberhênanê ji vî karî berpirsiyar e û divê ev hejmar li cem wê hebin. Rastiya wê, ez bi awayekî cuda lê dinêrim, wekî Sandiqa Geşepêdana Îraqê em çawa dikarin alîkariyê bikin di dîtina fînansekirina rast de ji bo derfeta rast berî daxwazkirina destûrê.

Rûdaw: Baş e birêz Necar, du pirsên min mane, ez gelekî meraq dikim bikim ez dixwazim bersiva wan werbigirim, spas dikim, yek ji wan behsa veberhênerê biyanî dike, ev jî ger daneyek, hejmarek li cem te hebû spas dikim, li cem tiştek nebû her spas dikim, qebareya veberhênana biyanî yan jî tevlihev çend e, hevbeş veberhênerê biyanî bi hevbeşî ligel îraqiyan veberhênan kiribe? Her çend jîngeha veberhênanê li Îraqê amade ye ji bo veberhênerê biyanî, ji xwe tu veberhênerê biyanî bî, tu amadeyî veberhênanê li Îraqê bikî?

Mihemed Necar: Erê, ji ber çend sedeman. Sedema yekem, wekî cenabê we dizane, me çil sal şer, felaket û wêranî dît ku hişt Îraq, tevî wê pêşketin û şaristaniyeta ku hebû, paş bikeve. Derfetên îro ku hene, xewn in ji bo gelek veberhênerên ku dixwazin tê de beşdar bin. Gelo ev derfet bi hêsanî tê bidestxistin? Gelo burokrasî rêgiriyê dike? Gelo qanûn bi bandor in? Belê, ev pirsa sereke ye.

Ew hawîrdora ku em hewl didin wekî dewlet û fona geşepêdana Îraqê ava bikin, ew e ku em hevpar bînin Îraqê ji bo hêsankirina kar ji veberhênerê Îraqî û biyanî re. Ger raman rast be, em veberhênana rasterast bi wê re dikin ji bo cîbicîkirina vê ramanê. Çendîn rêkar ji aliyê serokwezîr ve hatine girtin ji bo hêsankirina vê pêvajoyê û şefafkirina wê bi temamî. Spas ji Xwedê re, beşek ji van karan çûye, lê beşa din rastî guherîna qanûnan tê ku pêwîst e, lê bi giştî rewşeke pir erênî heye.

Rûdaw: Hûn ti cudahiyekê dikin di hêsankirina kar de ji veberhênerekî re eger bixwaze di sektora çandinê yan di sektora geştyarî de hilberîne? Di meha Remezanê de, birêz Necar, bernameyeke me bi navê Bajoyê hebû. Bernameyeke gelekî xweş bû ji başûrê Îraqê heta bakurê Îraqê heta Herêma Kurdistanê digeriya. Cihekî gelekî dilbir tê de hebûn ji bo geştyariya dîrokî bi taybetî. Gelo ti veberhênerek hatiye di vî warî de hilberînê bike ku ti karhêsaniyekê jê re dikin ku cuda be ji bo ku han bide zêdetir bike?

Mihemed Necar: Belê, ev pirseke gelekî baş e, spas ji bo vê pirsê. Rastiya wê, gelo siyaseteke cîgir heye bi vî awayî ji bo tiştekî diyarkirî? Nexêr lê em herdem ligel veberhêneran dicivin. Eger pêwîstiya veberhêner bi vê core piştgiriyê hebe, em dikarin pêşkêşî bikin. Gelek caran, tu dizanî veberhêner bi xwe bi hûrbînî baştir dizane çi pêwîst e.

Em her dem guh lê didêrin û ev bûye qanûnek ji dema hatina serokwezîr ve heta niha ku her kes guh li pêdiviyên veberhêner didêre. Têkildarî geştyariyê, mixabin heta niha geştyarî çi li navîn, başûr an bakur, cih û qebareya xwe ya rasteqîne wernegirtiye, ji ber ku heta niha ewên ji derve tên, em dikarin geşteke cuda ji her welatekî Rojhilata Navîn jê re rêk bixin. Tu diçî bakurê Îraqê, jîngeh û xweza û xwarin û xelkekî temam cuda li navîn dibînî. Li navînê jî jîngeheke cuda heye li başûr. Ev hemû hander in ji bo geştyariyê. Sadetirîn geşt eger ji bo her welatekî erebî yê derdora me bikî, çar-pênc roj bes e, lê Îraq pêwîstiya te bi deh rojan heye, ji bo ku derfeta te hebe serdana 11 hezar û 500 cihên UNESCOyê bikî.

Rûdaw: Okay, lê we çi kiriye, we çi kiriye ji bo weberhênerekî birêz Necar? Ez weberhênerek im di warê avahîsaziyê de kar dikim, cenabê te weberhênerekî di warê çandinî yan geştyariyê de ye, em kar dikin. Desteya Weberhênanê, dezgeha weberhênanê ya Îraqê, hêsankariyên zêdetir ji bo te dike ji ber ku tu weberhênerekî di warê çandiniyê de yî?

Mihemed Necar: Rastiya wê, Sindoqa Geşepêdana Îraqê hatiye damezrandin û erka sereke dabînkirina piştgiriyê ye ji bo van her du beşan ku geştyarî û çandinî ne. Mîqdarek pere hatiye terxankirin, şêwaza piştgiriya me bi rêya beşdarbûna me ye wekî hevpar di projeyan de. Niha Sindoqa Geştyariyê ya Îraqê lêkolînan li ser projeya damezrandina kompaniyeke niştimanî dike li ser asta Îraqê bi navê "El-Hezare" ku bi livîna bi arasteya piştgiriya geştyariyê dest pê dike.

Sebaretî çandiniyê jî heman rêgez e, lê têkildarî piştgiriyê eger heye yan ji bo sektoreke diyarîkirî, nexêr nîne. Desteya Veberhênanê înşallah propogandayê ji bo veberhênanê dike û bi rastî nikare derxe yan piştgiriyê bike yan vê bike, ev biryareke zêdetir aborî ye ji ber ku ser bi Desteya Veberhênanê ve ye.

Rûdaw: Belê Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Veberhênanê birêz Mihemed Necar, ez gelekî kêfxweş bûm ku min gotûbêj bi te re kir. Hêvîdar im tu jî kêfxweş bî ku me bi hev re gotûbêj kir têkildarî rewşa veberhênanê li Îraqê. Her bijî, tu ji Bexdayê bi me re bûyî, zor spas.

Mihemed Necar: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst