Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Enerjiyê yê Qeterê re civiya

25-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdisanê Qeter Enerjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Dohaya paytexta Qeterê bi Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Enerjiyê yê Qeterê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh bi serdanekê gihîşt Dohayê û bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê re kom bû.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Qeterê de îro jî bi Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Enerjiyê yê Qeterê Saad Sherida El Kaabi re hevdîtinek encam da.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj li ser xurtkirin û bipêşvebirina pêwendiyên Qeter û Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst