Amedsporê pişta tîma Enqereyê şikand

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Enqere Etîmesgut Belediyespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Amedsporê li deplasmanê, tîma Etîmesgut Belediyesporê 4-2 têk bir û vê hefteyê jî lîderiya xwe parast.

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire.

Tîmên Amedspor û Etîmesgut Belediyesporê îro li parêzgeha Enqereyê hatin pêşberî hev.

Maç li Stadyuma Ataturkê ya Etîmesgut Belediyesporê hat lîstin.

Amedspora careke din bi 3 pûanan lîderiya xwe parast.

Lîstikvanê Etîmesgut Belediyesporê Niyazî Batuhan Salman, xuleka 5an golek avêt û dilê alîgirên xwe xweş kir.

Lê vê kêfxweşiya Etîmesgut Belediyesporê zêde neajot û Amedsporê li pey hev 4 gol avêtin.

Amedsporê xuleka 17an bi gola Çekdar Orhan skor kir wekhev û xulaka 35an jî bi gola Ugur Amed Gezer 2-1 ket pêş.

Xuleka 45an jî lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar goleke din li ser navê tîma xwe avêt.

Nîva yekem a maçê bi skora 3-1 bi dawî bû.

Amedsporê lîstika xwe ya xurt nîva duyem jî berdewam kir û lîstikvanê wê Yilmaz Ceylan xuleka 57an golek avêt.

Xuleka 78an Seçkîn Getbay li ser navê Etîmesgut Belediyesporê golek avêt.

Piştî vê ti gol nehat avêtin û maç bi skora 4-2 bi dawî bû.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 64an û gaveke din jî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Sloganên nijadperstî hatin berzkirin

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Di vê maçê de jî alîgirên Etîmesgut Belediyesporê sloganên nijadperestî berz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst