EURO 2024 - Divê hûn baldar bin: Derbasbûn zehmet e!

22-06-2024
Hêmin Ebdullah
Kupaya EURO 2024ê / Wêne: Alexander Hassenstein/Getty Images for DFB
Kupaya EURO 2024ê / Wêne: Alexander Hassenstein/Getty Images for DFB
Nîşan EURO 2024 Almanya Derbasbûn Sînor Polîs
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Heke hûn li Ewropayê dijîn û dixwazin herin li Almanyayê li maçên EURO 2024ê temaşe bikin divê hûn guhdar bin.

Kesên ji bo temaşekirina lîstikên EURO 2024ê plan dikin ku biçin Almanya divê haydar bin ku berî bilêtên maçan bikirin, hemû belgeyên qanûnî bi xwe re bibin.

Kesên ku dema nasnameya wan qediyaye nikarin bikevin nav axa Almanyayê.

Herwiha heta niha rê li ber 1400 kesî hatiye girtin ku derbasî Almanyayê bibin.

Wekî mînak, eger tu li Belçîkayê bijî û dema nasnameya te qediyabe yan jî mafê te yê mayînê tune be, divê tu zanibî ku xalên kontrolê li ser sînoran hatine danîn û tu nikarî bikevî nav xaka Almanyayê.

Van rojan 22 hezar polîsên Alman li ser sînoran in û xalên kontrolê datînin.

Heta vêga jî 1400 kes ji ber ku belgeyên wan ne temam bûn ji ser sînoran hatine vegerandin.

Fermana girtina 173 kesan jî derketiye.

Xalên kontrolên yên li ser sînor otomobîlan jî kontrol dikin û hinek welatiyên Slovenyayê girtin ku madeyên hişbir bi xwe re biribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst