Bexda, Hewlêr û Enqere li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dicivin

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Bexda Enqere Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî sê mehan ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê, nûnerên Bexda, Hewlêr û Enqerê derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de dicivin.

Nûnerên sektora enerjiyê yên hersê hikûmetên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê îro Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li ser çareserkirina pirsgirêka ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya Bendera Ceyhanê dicivin ku ji 25ê Adarê ve hatiye rawestandin.

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî roja Duşemê 19ê Hezîrana 2023an derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Civîn li Bexdayê bi beşdarbûna nûnerên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Kompnayaya SOMO û Wezareta Petrolê ya Iraqê tê kirin.”

Ji 25ê Adarê ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye rawestandin ku rojane zêdeyî 400 hezar bermîl petrol bû, ew ji xeynî ragirtina hinardeya rojane ya 75 heta 85 hezar bermîl petrola Kerkûkê ku bi heman rêyê dihat hinardekirin.

Ragirtin ji ber bandora biryara Dadgeha Navbijêniyê ya Odeya Bazirganî ya Navdewletî li Parîsê bû. Nehro Rewandizî herwiha got, “Astenga serekî ya li ber destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê giliyekî din e ku Iraqê tomar kiriye, li dijî hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê di navbera sala 2019an heta wê dema hinardekirin hatiye rawestandin, ku pereyên divê bên dayîn digihe nêzîka dû milyar dolar.”

Doza yekem dijî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de bû di navbera salên 2016 bo 2018an ku ji ber vê yekê divê Tirkiye nêzîka yek milyar û 500 milyon dolar bide Bexdayê. Ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê mehane zêdeyî yek milyar dolar zerarê dighîne Herêma Kurdistanê û Iraqê, ev ji xeynî wan hersê mehên ragirtina hinardeya petrolê ku zêdeyî 70 milyon dolar zerar gihandiye Tirkiyê, ew jî li beramber wan pereyên werdigire.

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî da zanîn ku Hikûmeta Tirkiyê dixwaze Iraq doza duyem paşde vekişîne daku ti pereyan nede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst