NY 25 Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Futbolê destnîşan dike

24-05-2024
Sinan Tunçdemir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Roja Cîhanî ya Futbolê Neteweyên Yekbûyî FIFA
A+ A-

New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî 25ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Futbolê qebûl kir.

Nûnerên Endamên Giştî yên Neteweyên Yekbûyî beşdarî civîneke taybet a derbarê Roja Cîhanî ya Futbolê bûn û piştî civînê bi xwe futbol lîstin.

Di van rojan de li Neteweyên Yekbûyî (NY) zimanê dîplomasîyê ji polîtîkayê derbasî zimanê futbolê bû.

Nûnerên Endamên Civata Giştî ya NYyê bi formayên xwe yên neteweyî him beşdarî civîneke taybet a derbarê Roja Cîhanî yaFutbolê bûn û him jî futbol lîstin.

Ji ber ku Civata Giştî ya NYyê pêşnûmeyek pejirand û biryar da ku 25ê Gulan êdî Roj a Futbolê ya Cîhanî ye.

“Futbol dikare bibe rêyeke bêhempa ji bo çareseriya pirsgirêkan”

Nûnera Maltayê ya NYyê Vanessa Frazierê got, “Belê dîplomasî ji bo sporê ye. Bêgûman divê wisa be.

Eger em bikaribin li qada futbolê pirsgirêkan çareser bikin, futbol dikare bibe rêyeke bêhempa ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan.

Ez wisa bawer im ku wê gelek baştir bibe ji mirina mirov û zarokan.

Herwiha ew tiştên ku em her roj li Neteweyên Yekbûyî li ser kar dikin bi awayekî dirûst û bi edaletî pêşwazî her tim baştir e.

Em dikarin wan hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ez dikarim ji sedî sed ji bo pêşnûmeyên wiha deng bidim.”

Pêşnûme ji aliyê Libya, Behreyn û Tacikistanê ve hatibû pêşniyarkirin û piştî dengdayînê jî hatibû pejirandin.

Serokê Civata Giştî ya NYyê jî beşdarê maça nûneran bû û lêdana ewil a topê ya ji bo destpêka maçê kir.

“Em dikarên werzişê ji bo aştiyê bi kar bînin”

Nûnerê Libya yê NYyê Taher Elsonni anî ziman, “Me îro piştgiriya Serokê FIFAyê jî wergirt. Ew jî hez dike alîkariya me bike.

Di heman demê de ez wisa bawer im ku bi vê derfetê em dikarin sporê, ji bo aştî, bipêşveçûn û kombûnan bikarbînin.

Yekemîn Tûrnûvaya Futbolê ya Navneteweyî

Serokê FIFA yê Gianni Infantino jî bi vîdeoyeke peyamek ji bo NYyê şand û got ku ew gelekî kêfxweş e ku roja 25ê Gulanê hatiye hilbijartin ji ber ku cara yekem di sala 1924an de futbola navneteweyî li Paris ê hatibû leyîstin û ji bo sed saliya wê maçê girîng e.

Di dîrokê de yekemîn Tûrnûvaya Futbolê ya Navneteweyî 25ê Gulana 1924an ango 100 sal berê li Parîsê di dema Lîstikên Olîmpiyadê yên Havînê hatibû lidarxistin.

Di vî navberê de di dîroka NYyê de ev cara yekem bû ku nûnerên dewletan cil û bergên fermî danîn kêlekekê û bi formayên neteweyî civîn li dar xist û di nav bexçeyê NYyê de jî futbol leyîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst