Amedsporê li mala xwe Etîmesgut Belediyespor têk bir

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Etîmesgut Belediyespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê di stadyûma xwe de Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir û di pêşengiya xwe ya lîgê de berdewam e.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Stadyûma Diyarbakirê bi Etîmesgut Belediyesporê re lîst.

Amedspora ku bihêz dest bi lîstikê kir, di nîva yekem de nikarî golan bavêje.

Nîva yekem bê gol bi dawî bû.

Amedspora ku di nîva duyem de lîstikeke bihêztir lîst, di xuleka 56an de bi gola Oktay Aydin pêş ket.

Di xulekên mayî yên lîstikê de her du tîman jî gol neavêtin û Amedspor bi 1-0ê pêşengiya xwe domand.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 29an.

Amedspor hefteya borî bi tîma Arnavutkoysporê re 1-1 mabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst