Amedsporê û Ersun Yanal li hev kir

07-06-2024
Nîşan Ersun Yanal Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ersun Yanal bû rahênerê nû yê Amedsporê.

Amedspora ku dê îsal di Lîga 1em a Trendyolê ya Tirkiyeyê de bilîze û rahênerên navdar Ersun Yanal li hev kir.

Hevdîtinê her du aliyan doh li Îzmîrê dest pê kir û her du aliyan di encama wan hevdîtinan de li hev kir.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku peymana Amedspor û Ersun Yanal salek e.

Amedspor îsal di Lîga 2yem de bûbû şampiyon lê piştî ku sezon qediya rahênerê wê Mesut Bakkal peymana xwe nû nekir.

Li hêla din, Ersun Yanal heta niha rahêneriya tîmên navdar ên wekî Fenerbahçe û Trabzonsporê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst