Lîga Şampiyonan: Du tîm dilîzin, Real Madrid dibe şampiyon!

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Lîga Şampiyonan Real Madrid Borussia Dortmund
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Real Madrida Tîma Spanyayê di fînala lîga şampiyonan a UEFAyê de tîma Almayayê Borussia Dortmund 2-0 têk bir û bû şampiyon.

Real Madrid û Borussia Dortmund di fînala Lîga Şamapiyonan de li Stadyûma Wembleyê ya li Londona paytexta Brîtanyayê hatin pêşberî hev.

Borussia Dortmund her çiqasî di nîveka yekem de ji Real Madrîdê bi bandortir bû jî ji gelek pozîsyonan sûd wernegirt.

Nîveka yekem bê gol bi dawî bû.

Real Madrîda ku bêhtir kotrola lîstikê di destê wê de bû, xuleka 74an bi gola Daniel Carvajal 1-0 ket pêş.

Lîstikvanê Brazîlî yê Real Madridê Vinicius Junior xuleka 83yan li ser navê tîma xwe gola 2 duyem avêt û skor bû 2-0.

Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û maç 2-0 bi serkeftina Real Madridê bi dawî bû.

Real Madrid cara 15an bû şampiyon

Tîma Spanyayê Real Madrid bi vê kûpayê di dîroka xwe de heta niha 15 kûpayên Lîga Şampiyonan bi dest xistine.

Real Madridê pêştir di salên 1956, 1957, 1958, 1959, 1960, 1966, 1998, 2000, 2002, 2014, 2016, 2017, 2018 û 2022yan de 14 kûpayên Lîga Şampiyon qezenc kiribûn.

Herwiha tîma Alman Borussia Dortmundê jî yekane kûpaya xwe ya Lîga Şampiyonan sala 1997an standibû.

Li aliyê din, Carlo Ancelotti jî wekî rahêner bi Real Madrid (3) û Milanê (2) cara 5emîn e ku kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest dixe.

Carlo Ancelotti dema lîstikvanê Milanê jî bû ev kupa du caran standiye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst