EURO 2024 - Portugalê hêviyên Tirkiyeyê nîvco hiştin!

22-06-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye EURO 2024 Portugal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Koma Fyê ya EURO 2024ê de Portugalê Tirkiye 3-0 têk bir û qonaxa 16an garantî kir.

Di pêşbirka duyemîn a Koma Fyê ya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) Portugal û Tirkiye li stadyûma Signal Iduna Parkê ya Dortmundê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Portugalê Bernardo Silva xuleka 21ê golek avêt û welatê xwe 1-0 pêş xist.

Piştî gola yekem bi 7 xulekan lîstikvanê Tirkiyeyê Samet Akaydin golek avêt qeleya xwe û Portugal 2 - 0 ket pêş.

Nîveka yekem 2 - 0 bi serkeftina Portugalê bi dawî bû.

Portugal di xuleka 56an de bi gola Bruno Fernandez skor kir 3-0.

Ev gola Bruno Fernandez di heman demê de bû skora maçê jî.

Portugalê bi vê encamê puanên xwe kirin 6 û qonaxa 16an jî garantî kir.

Li aliyê din Tirkiye jî di 3 puanan de ma.

Tirkiye di dîroka xwe de heta niha di maçên fermî de li hemberî Portugalê bi ser neketiye.

Di Koma Fyê de 26 Hezîranê Portugal dê bi Gurcistanê re bilîze û Tirkiye jî dê bi Çekyayê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst