AMEDSPOR - Keç û xort, zarok û malbatan tîma xwe bi tenê nehişt

05-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amedsporê li mala xwe Etîmesgut Belediyespor têk bir
Amedsporê li mala xwe Etîmesgut Belediyespor têk bir
Nîşan Amedspor Etîmesgut Belediyespor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma keskesor Amedspor vê heftiyê jî li mala xwe ji rikabera xwe bir û 3 pûan bi dest xist.

Amedspor bi 29 pûanan dîsa bû pêşenga lîga duyemîn. Kelecana li pêşbirga Amedsporê hêjayî dîtinê bû.

Tîma keskesor Amedspor ku di lîga duyemîn a futbolê de dilîze, mêvandariya rikabera xwe Etîmesgut Belediyesporê kir.

Bi hezaran kes çûn stadyûmê

Bi hezaran kes ji bo temaşekirina pêşbirka Amedsporê berê xwe dan stadyûmê.

Alîgirên Amedsporê beriya pêşbirkê got ew ji tîma xwe bawer in û dê 3 pûanan bi dest bixin.

Bi hemûyan re kelecaneke mezin hebû.

Piştî destplkirina maça Amedsporê di nava alîgiran de jî kelecaneke mezin çêbû.

Piştî golê kelecan zêde bû

Amedsporê 1-0 ji rikabera xwe bir. Piştî vê golê kelecana li stadê zêdetir bû.

Alîgirên  Amedsporê bi kêfxweşiya 3 pûanan ji stadyûmê veqetiyan. Ew bawer in ku îsal dê Amedspor teqez bibe şampiyon.

Keç û xort, zarok û malbatan jî tîma xwe bi tenê nehiştin. Ew dibêjin divê malbat bi zarokên xwe re li Amedsporê xwedî derkevin.

Piştî vê pêşbirkê Amedspor bi 29 pûanan dîsa pêşenga lîgê ye û di navbera wê û rikabera wê ya herî nêzik de 4 pûan heye.

Eger Amedspor bibe şampiyon ew dê derbasî lîga yekemîn bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst