Azîz Elaldi dîsa bû serokê Amedsporê

11-06-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi/Wêne: Rûdaw
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Azîz Eldi Hilbijartin Serok
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Azîz Elaldi careke din wekî Serokê Amedsporê hate hilbijartin.

Tîma kesk û sor Amedspor ku di lîga duyemîn de bû şampiyon, îsal êdî dê di lîga yekemîn de bilîze.

Amedsporê ji bo serkeftineke baştir, kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Di kongreye de 31 kes wekî rêveberên nû hatin hilbijartin.

Azîz Elaldi dîsa bû serokê Amedsporê.

“Bordeaux, Lens, Barcelona û Atletico Madrid li benda min in”

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi  behsa vexwendina Barcelonayê kir û got:

“Tîmên Bordeaux, Lens, Barcelona, Atletico Madrîd û gelek tîmên din niha li benda min in ku biçim bi wan re hevdîtinê bikim.

Ev nîşan dide ku em ber bi tîmeke cîhanî ve diçin û rêya ku me daye ber xwe rast e.”

Rêveber û alîgirên Amedsporê dixwazin tîma wan binesaziya xwe ya futbolê ava bike.

Di serî de li Amedê, li gelek bajaran dibistanên futbolê veke û zarokên Kurd ên jîr di binesaziya xwe de perwerde bike.

“Divê Amedspor li Herêma Kurdistanê binesaziya xwe ava bike”

Rêveberê Amedsporê Bekir Guneş wiha anî ziman, “Li her derê, li Herêma Kurdistanê li her derê divê binesaziya xwe ava bike.

Li Stenbolê divê veke. Alîgirên herî zêde yên Amedsporê belkî li Stenbolê ne.”

“Bila Amedspor li ser navê xwe dibistan ava bike”

Alîgirê Amedsporê Cahîd Turan got, “Li ser navê xwe bila dibistan ava bike û wan bide şixulandin.

Wekî tîmên mezin bixebite ku pêdivî bi kesî nemîne.”

Alîgirê Amedsporê Cemal Dogrul diyar kir, “Li cihekî mîna Wanê cihekî mîna Colemêrgê, mîna Êlihê, mîna Çewlîgê, li van bajaran gelek zarokên me yên çeleng û serkeftî hene.

Gerek em tîmeke baş ava bikin ku herin wan zarokan di cihê cih de bibînin û bînin bikin xwediyê vê tîmê.”

Amedsporê ji bo heyama nû bi rahênerê serkeftî yê Lîga Superê Ersun Yanal re li hev kir.

Yanal ew kes e ku Fenerbahçeyê kiribû şampiyon. Ew dê di rojên pêş de bê Amedê û dest bi xebatê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst