Li Stenbolê jinek bi berxê xwe re çû dengdanê

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê welatiyek tevî berxa xwe çû ser sindoqa dengdanê û ji bo gera duyem a hilbijartian serokkomariyê welatê xwe dengê xwe bikar anî.

Kanalên televîzyonê û ajansên nûçeyan îro dîmenê çûna Ûmmiye Gûzel a 52 salî bo navendeke dengdanê li Stenbolê veguhestin ku berxa xwe ya bi navê Pamuk jî bi xwe re biribû.

Ûmmiye Gûzel di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihandiye, diya wê beriya du mehan ew berx dema ku hêj 10 rojî bûye, ji Antalyayê ve ji wê re şandiye.

Gûzelê diyar kir wê navê Pamukê li wê berxê kiriye û got, di destpêkê de wê ew berx nedixwest, lê paşê nêrîna wê guherî û niha berxê weke zarokeke xwe dibîne.

Gûzelê anî ziman ku wê û Pamukê adetî hev kirine û ew têdigihîje ku ew çi dixwaze û got, Pamuk bi wê re di 14'ê Gulanê de çûye hilbijartinê û bi hînbûna pola ku dengê xwe dide derketiye qata sêyemîn a avahiyê.

Gûzelê herwiha diyar kir, kesên li dibistanê jî ji berxê hez dikin û got, Pamuk rawestgeha otobusê dizanibû û berî wê ber bi rawestgehê ve baz da.

Şahidê sindoqê behsa wê kêliyê kir

Çavdêrê sindoqê Erdal Aslim, anî ziman dema wî dît ku dengderek bi berxekî hatiye, wî ji xwe re got ku pêwîste wê kêliyê tomar bike.

Aslim diyar kir, cara ewil e ku ew bi tiştekî wiha re rû bi rû maye û her kes matmayî maye û got, ew hîn bûye ku Ûmmiye Gûzel bi berxê xwe re li Ayazagayê digere û xelkê herêmê bi wê yekê dizane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst