Sînan Ogan îro helwesta xwe aşkere dike

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Sînan Ogan Recep Tayyip Erdogan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan dê îro helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de aşkere bike.

Ofîsa Medyayê ya Sînan Ogan di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Ogan dê îro demjimêr 17:00an li Enqereyê civîneke çapemeniyê saz bike û têde diyar biek ku ew dê di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bide kîjan berbijêrî.

Sînan Ogan hefteya borî têkildarî heman mijarê di daxuyaniyekê de gotibû, “Me bi her du serokan re jî axivî. Me hêj biryar nedaye. Em dê roja Duşemê biryara xwe eşkere bikin.”

Ogan pêştir gotibû, asayî ye ku nerîn û biryara wî û ya Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag ji hevdu cuda be.

Li aliyekê din Partiya Adaletê ku yek ji partiyên Hevpeymaniya ATAê ye, duh helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de aşkere kir.

Partiya Adalet diyar kir ku Hevpeymaniya ATAyê dêî bi dawî bûye, lewraew dê di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Hevpeymaniya ATA, ji Partiya Zafer, Partiya Adalet, Partiya Doğru (Rast) , Partiya Hevpeymaniya Tirkiyê û Partiya Ülkem (Welatê Min) pêktê û berbijêrê wan ê serokkomariyê Sînan Ogan di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de %5.17ê dengan wergirt.

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariyê li Tirkiyê dê 28ê Gulanê bê lidarxistin û her du berbijêrên sereke Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu rikeberiya hev dikin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst