Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Saraçhaneyê got, "Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye, ne girtina Îmamoglu."
Tuncer Bakirhan piştî pîrozbahiyên Newrozê çû Saraçhaneyê û li vir bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re civiya.
Ozgur Ozel û Tuncer Bakirhan piştî civînê di konferansa rojnamegeriyê ya hevbeş de axivîn.
Ozel diyar kir ku wan pêvajoya dengdanê ya ji bo namzediya serokomariyê heta saet 19:00 dirêj kiriye û got, "Em spasiya wan dikin ji bo vê hevgirtina pir bi qîmet, ji bo beşdariya wan a bi biryar û bawerî di pêvajoyê de ji destpêkê heta dawiyê.
Newrozê vê heftê li seranserê Anatolyayê hate pîrozkirin. Li hemû bajaran hate pîrozkirin. Destpêkek nû ye, şiyarbûnek nû ye.
Bi sala nû re şînbûna hêviyên aştiyê ye. Em dê bi heman biryardarî, cesaret û hêzê hem di têkoşîna demokrasiyê ya ku me daye destpêkirin de, hem jî di têkoşîna hevpar a ji bo aştiya Tirkiyeyê de di serdema pêş de li vir amade bin.”
“Ev gav zererê didin ruhê aştiyê”
Tuncer Bakirhan jî amaje bi girtina Ekrem Îmamoglu kir û got:
"Em ji kevneşopiyeke siyasî tên ku gelek caran rastî van darbeyan hatiye.
Em van darbeyan baş dizanin, em dizanin ku ev darbên di dawiyê de dê bi hêza gel re parçe parçe bibin.
Ev hewldanek e ku bi rêya darazê siyaseteke demokratîk bide çokdanîn. Li van axan kevneşopiyeke berxwedanê ya pir girîng heye. Îro jî dê wisa be.
Yên ku divê ji vê yekê dersan derxînin, ew kes in ku divê siyasetê bi vê kluba darazê dîzayn nekin. Em ne tenê behsa bajarokekî metropol ê Tirkiyeyê dikin.
Em behsa yek ji bajarên herî girîng ên cîhanê dikin. Şaredarê bajarekî ku li cîhanê bi qasî Tirkiyeyê tê zanîn, bê sedem hate binçavkirin û girtin.
Ez dixwazim diyar bikim ku divê di zûtirîn dem de dev ji van darbeyan were berdan.
Ez dixwazim diyar bikim ku tiştên ku li Stenbolê di pêvajoyekê de ku pêvajoya aştiyê tê axaftin û demokratîkbûna Tirkiyê tê axaftin, zererê didin ruhê aştiyê.
Divê ev welat ji darbên leşkerî û siyasî xilas bibe. Darbeyên leşkerî rawestiyane, nayê zanîn ku em dê kengî rastî darbeyên siyasî werin.
Wekî DEM Partî, em li dijî desteserkirina îradeya gel bi rêyên neqanûnî û darbên siyasî ne.
Helwesta me zelal e. Li ku derê bêhiqûqî û neheqî hebe, li ku derê îradeya Kurd û Tirk bê desteserkirin, em li wir in.
Em di hevgirtinê de ne. Em dê her tim li dijî vê neheqiyê bisekinin."
“Ev rê ne ti rê ye”
Hesvserokê Giştî yê DEM Partiyê behsa pîrozbahiyên Newrozê jî kir û wiha got:
"Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû ya nîqaşê. Hêvî derket holê. Bi rojan e em li qadên Newrozê ne. Li qadên Newrozê, hêviya Tirkiyeke demokratîk ku zemîneke demokratîk di vî welatî de were avakirin ku mirov bi ziman û îradeya xwe bi biratî û wekhevî bijîn, di asta herî jor de ye.
Hewldanên bi vî rengî bandorê li van pêvajoyan dikin û zererê didin wan.
Tişta ku Tirkiyê pêwîst e, ne girtina Îmamoglu ye, ne binçavkirina wî ye. Tişta ku Tirkiyê pêwîst e, demokrasî ye.
Gelê Tirkiyê dixwaze li zemîneke demokratîk bijî ku qeyûm, zext û kluba darazê lê neyê bikaranîn.
Divê hikûmet guh bide dengê gel. Tişta ku hûn dikin zererê dide 85 milyon kesan.
Her yek ji me şevekê ji sedî 3 feqîr bû. Kî sûdê ji vê operasyonê digire? Ez dixwazim diyar bikim ku ev ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ev rê ne tie rê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse