Li Stenbolê hemû aliyên siyasî ji bo hilbijartinan seferber bûne

30-03-2024
RÛDAW
Erdogan û hemû endamên kabîneyê li Stenbolê seferber bûne
Erdogan û hemû endamên kabîneyê li Stenbolê seferber bûne
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê rikeberiya li Stenbolê rojeva sereke ya partiyên siyasî ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û hemû endamên kabîneya hikûmetê seferber in ji bo ku namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum bi ser bikeve.

Erdogan li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir.

Erdogan bi taybetî di mijarên erdhej û trafîkê de rexne li serokê niha yê şaredariyê girtin û got Îmamoglu ji çareserkirina pirsgirêkên bajêr dûr e.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

"Dema em diçin ser sindoqan divê em destê xwe deynin ser dilê xwe û bifikirin û wisa dengê xwe bidin.

Ne bi hers û ne jî bi xeyd, em dê mijarê binirxînin. Em dê ji bîr nekin ku her dengekî me bandorê li 5 salên me dike.

Stenbol nikare 5 salên din jî wenda bike."

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu jî li navçeya Esenyurtê bû.

“Hemû wezîran dest ji karên xwe berdane û hatine Stenbolê”

Îmamoglu rexne li beşdariya wezîrên kabîneyê ya ji bo propagandaya AK Partiyê li Stenbolê girt û got, wekî ti pirsgirêkeke Tirkiyeyê nîne hemû wezîran karên xwe berdane û hatine Stenbolê.

Ekrem Îmamoglu wiha got:

"Berê straneke xweş hebû, digot ji Enqereyê birayê min hatiye. Ew jî ji Enqereyê hatine Stenbolê.

Hemû wezîr li vê derê ne. Tu dibêjî qey ti pirsgirêkeke girêdayî pêwendiyên derve yên Tirkiyeyê nînin, Wezîrê Karên Derve li vê derê ye.

Wezîrê Karên Navxwe li vê derê ye. Têrê nekiriye Wezîrê Tennduristiyê jî li vê derê ye.

Wê jî têrê nekiriye Wezîrê Dadê jî hatiye."

Sibê hilbijartinên şaredariyan tên kirin û rikeberiya herî mezin li parêzgeha Stenbolê ye ku DEM Partiyê jî namzedên xwe diyar kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst