Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî îdiayan dê pêvajoya çekdanînê ya PKKyê ji 6 qonaxan pêk were.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Her wiha PKKyê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir û got, "Em wekî PKK bi tevahî bi naverokê bangê re ne û em diyar dikin ku em dê ji aliyê xwe ve pêdiviyên bangê bicih bînin û pêk bînin. Em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin."
Rojnameya Tirkiyeyê nûçeyek belav kir û tê de îdia kir pêvajoya dest pê kiriye ka dê çawa bi pêş bikeve.
Li gorî nûçeyê, metna bangawaziya Ocalan çend caran hatiye kontrolkirin û piştî pejirandina dewletê bi raya giştî re hat parvekirin.
Li aliyê din, Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê gotibû, "Dema ku em vê perspektîfê pêşkêş dikin, bêguman di pratîkê de ev pêwîstiya danîna çekan, siyaseta demokratîk û naskirina aliyê hiqûqî dike"
6 gav tên pêşbînîkirin
Ji aliyê din, di nûçeyê de hûrgiliyên li ser ni pêşveçûna pêvajoya çekdanînê jî cih digirin.
Li gorî vê yekê, tê texmînkirin ku nexşerêyeke ji şeş gavan pêk tê hebe.
Li gorî îdiayê, ev gav wiha hatine diyarkirin:
- Rêxistin dê kongreya xwe kom bike û biryara xwe fesixkirinê bide.
- Tê pêşbînîkirin ku ev pêvajo 3-4 mehan biajo.
- Piştî fesixkirinê, dê li ser hûrgiliyên teknîkî kar bê kirin û dê li ser çarenûsa çekan bê gotûbêjkirin.
- Di vê pêvajoyê de dê derbasûna birêvebirên rêxistinê ji bo welatên sêyem bê rojevê.
- Endamên rêxistinê yên ku tevlî çi kiryaran nebûne, dê karibin tevlî jiyana sivîl a li Tirkiyeyê bibin.
- Piştî van pêvajoyan, gavên ku tê pêşbînîkirin di bin navê 'Guherîna demokratîk a dewletê' de bên avêtin, dê li ser bingeha Parlamentoyê bên nîqaşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse