Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk li ser banga Ocalan got "Dereng be jî PKKyê fêm kiribe ku bi terorê nikare tiştekî bi dest bixe û ji bilî xwefesixkirinê ti çareya wê nîne û ev yek girîng e."
Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk civîna heftane ya agahdarkirinê saz kir.
Zekî Akturk amaje bi wê yekê daku PKK û hemû komên girêdayî wê divê dawî li çalakiyên xwe bînin, xwe fesix bikin û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.
Akturk li ser agirbestê jî got, “Divê bi derxistina mijarên wekî agirbestê yên ku di metnê de cih nagirin, hewl neyê dayîn ku tevlihevî bê çêkirin."
"Dê destûr neyê dayîn ku pêvajo bê sabotekirin"
Akturk got, "Her çi qasî bi derengî be jî PKKyê fêm kiribe bi terorê nikare tiştekî bi dest bixe emrê xwe tije kiriye û ji bilî fesixkirinê ti çareeya wê nemaye û ev jî girîng e.
Dê destûr neyê dayîn ku pêvajo bê sabotekirin û dirêjkirin, nêzîkatiyeke bi tedbîr û aqilane dê esas bê girtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse