Piştî 30 salî ji girtîgehê hat berdan

17-11-2023
Nîşan Nesîmî Kalkan Girtîgeh Berdan Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nesîmî Kalkanê ku ev 30 sal in girtî ye hat berdan.

Nesîmî Kalkan piştî ku ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan berê xwe da navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê.

Kalkan li gundê baziftê yê Cizîrê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeya MAyê, Dadgeha Ewlehiyê ya Dadê (DGM) sala 1992yan bi hinceta “xerabkirina yekparçeyî û yekîtiya dewletê” 30 sal cezayê girtîgehê li Kalkan birî.

Kalkanê ku 30 salî di gelek girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ma, di lîsteya girtiyên nexweş a Saziya Mafên Mirovan de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst