Piştî 30 salî hat berdan

12-10-2023
Nîşan Bahrî Dag Girtîgeh Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bahrî Dagê ku ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Dag, sala 1993yan li gundê Kurdoxliyê yê navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” cezayê girtina hetahetayê lê hat birîn.

Dag, piştî ku 30 salî di çend girtîgehên cuda de ma doh hat berdan.

Dag bi dorê li Êlih, Amasya, Amed, Elbistan, Midyad, Ordu, Siwêreg, Cirnê Reş û Xarpêtê di girtîgehê de ma.

Dagê ku dema ket girtîgehê 25 salî bû, niha 55 salî ye.

Li gorî nûçeya MAyê, xizmên wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kir û ber bi Amedê ve bi rê ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst