Silavkirina Demîrtaş ji aliyê serokê CHPyê ve bû sedema karvedanan

08-11-2023
Ferdî Sak
Selahattîn Demîrtaş
Selahattîn Demîrtaş
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Ozgur Ozel Recep Tayyîp Erdogan Devlet Bahçelî Tulay Hatîmogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş tevî ku bi salan e di girtîgehê de ye lê careke din rojeveke germ a siyaseta Tirkiyê ye.

Ozgur Ozel piştî ku wekî serokê nû yê CHPê hat hilbijartin di yekem peyama xwe de ligel hejmarek girtiyan Demîrtaş jî silav kir û bi vê yekê  berê rexneyên desthilatê daye xwe.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, “Silav ji Osman Kavala, Çîgdem Mater, Selçûk Mizrakli û Selahattîn Demîrtaş re.”

Silavkirina Demîrtaş ji aliyê Serokê nû yê CHPyê Ozgur Ozel ve bû sedema karvedanan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî kongreya CHPê yekser karvedan nîşanî gotinên Ozel da.

Recep Tayîp Erdogan wiha axivî, “Bay bay Kemal ji kê re got bay bay?

Ji serokê terorê yê li Edîrneyê Demîrtaş re got bay bay. Ji Kavala re got bay bay.

Baş e kesê di kongreyê de biser ketiye kî silav kir? Wî jî bi heman awayî Demîrtaş û Kavala silav kirin.

Yek ji yekî xerabtir. Ma ferqa van ji hev heye?”

Hevpeymanê Erdogan Devlet Bahçelî jî wekî wî roja Sêşemê di civîna fraksyona partiya xwe de Demîrtaş kir armanc.

Herwiha Bahçelî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî wek partiyeke "dabeşker" bi nav kir.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî wiha anî ziman:

“Di sedsala Komarê û Partiya Gel a Komarî de, ji salona kongreyê silavkirina Demîrtaşê terorîst ji aliyê wan kesên berbijêrê serokayetiya giştî ve, silavkirina PKKyê ye.

Silavkirina êrişên bixwîn e. Silavkirina dabeşkariyê ye.

Ez ji Partiya Gel a Komarî re dibêjim Selahattîn Demîrtaş terorîst e û HEDEP jî dabeşker e."

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari heman rojê di bersiva xwe ya bo Bahçelî de xwedî li Demîrtaş derket û got:

“Em dersê ji wan partiyên siyasî wernagirin ku xwedî nêrîneke nijadperest û yekparêz in.”

Tulay Hatimogullari wiha pê de çû, “Demîrtaş rûmeta vê cografyayê ye.

Demîrtaş rûmet û şanaziya me ye. Kesên bo partiya me dibêjin dabeşkar bila li xwe binêrin.

HEDEP ji bo Tirkiyeyê û cografyaya rojhilata navîn, partiyeke take model e ku hemû gel dikarin bi hevre tê de bên dîtin.

Dabeşkerên sereke ew bixwe ne.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtiya rêxistinê" ji Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye û tevî biryar û zextên Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê nayê azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst