Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku şeva borî di xwenîşandanên ji bo Ekrem Îmamoglu de 323 kes hatine desteserkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin û li Stenbolê qedexe hatiye ragihandin.
Alîgir, endam û piştgirên CHP û Îmamoglu di serî de Stenbol li gelek bajaran derdikevin kolanan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku şeva borî 323 kes hatine desteserkirin û got:
"Îşev di çalakiyên têkildarî lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 323 kesên gumanbar hatine desteserkirin.
Ti hewldanên ku ziyanê bidin rêkûpêkiya giştî nayên qebûlkirin."
Yerlîkaya got ku li Saraçhaneya Stenbolê bi asîdê êrişî polîsekî hatiye kirin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihandibû ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”
Lêpirsîna duyem
Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hatibû kirin.
Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”
Şeva borî li Dadgeha Çaglayanê îfadeya Îmamoglu û 90 kesên din dihat standin.
Ekrem Îmamoglu pişt re bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse