Li Tirkiyeyê bihabûna veguhastinê jiyana xelkê zehmettir kiriye

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bilindbûna kirêya otomobîlên veguhastina giştî jiyana welatiyên Tirkiyeyê zehmettir kiriye.

Bi milyonan şêniyên Stenbolê ku rojane otomobîlên veguhastina giştî bi kar tînin, piştî bihabûna heqrêyan dest bi hesabkirina mesrefa çûnûhatina rojane kir.

Wênegir Taner Dalkiliçê 35 salî yek ji Stenbolê ye. Ew dibêje xerciya wî ya heftane bi awayekî gelekî balkêş zêde bûye.

Niştechê Stenbolê Taner Dalkiliç got:

“Par eger min karta veguhastinê bi 50 lîreyî tijî bikira, têra hefteyekê yan du hefteyan dikir lê niha ez di rojekê de wî pereyî xerc dikim.

Min xwendina xwe saleke din dirêj kir tenê ji bo bikaribim sûdê ji daşikandina kirêya veguhastina xwendekaran wergirim ku ji sedî 50 e.

Bi wê daşkandinê dikarim di salekê de nêzîkî 14 heta 15 hezar lîre ji xerciya veguhastinê kom bikim.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê meha tabaxa îsal kirêya veguhastinên giştî bi rêjeya ji sedî 51,5 zêde kir.

Bi wî awayî bileta otobusan ji 10 lîreyan gihîşt 15 lîreyan, herwiha heqê bileta xwendekaran jî tevî daşikandinê ji 4,8 lîreyan gihişt 7,3 lîreyan.

Li gorî pisporan di wê rewşa bilindbûna enflasyonê ya heyî de, dibe ku bac were zêdekirin û kirêya çûnûhatinê jî zêdetir bibe.

“Dê baca bikaranînên taybet û baca zêde jî werin zêdekirin”

Pisporê Enerjiyê Alî Arîf Akturk anî ziman:

“Dibe ku baca bikaranîna taybet ji aliyê Wezîrê Darayiyê ve were zêdekirin.

Dibe ku di demeke nêzîk de, baca bikaranînên taybet û baca zêde jî werin zêdekirin.”

Li gorî amarên fermî, li Tirkiyeyê enflasyon ji sedî 60 e ku ev asta herî bilind a sala 2023yan e.

Tirkiye ji sedî 93yê petrol û ji sedî 99ê gaza xwezayî ya ku bi kar tîne ji derve dikire.

Bêqîmetbûna lîreyê Tirkî bandorê li bihayê enerjiyê jî dike û ew jî dibe sedema bilindbûna zêde ya heqrêyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst