Bihayê mazotê bandorê li hemû sektorên bazirganiyê dike

14-02-2024
RÛDAW
Li Tirkiyeyê mazot biha bû
Li Tirkiyeyê mazot biha bû
Nîşan Tirkiye Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê bihabûna mazotê bandore li hemû sektorên bazirganiyê û gelek aliyên jiyana rojane ya xelkê dike.

Lîreyê Tirkiyeyê nikare cigiriya xwe li hemberî dolar biparêze û rojane guherîn tê de çêdibe.

Ev yek jî dibe sedema bihabûna jiyanê û pêwîstiyên ku ji derve bi dolar û diravên biyanî têne kirîn, yekser biha dibin.

Lîtreya mazotê 45 lîre derbas kir û ji doh ve lîtreya mazotê bi qasî 2 lîre û 55 qurûşan biha bû.

Bandor li jiyana rojane dibe

Giranbûna mazotê bandorê li gelek aliyên jiyana rojane ya xelkê dike.

Ji veguhestinê bigire heta bi hemû sektorên bazirganiyê bihayên xwe nû dikin û ev yek dibe sedema enflasyona bilind.

Bi taybetî şofêrên barhilgiran û dikandarên ku li bazarên sebze kar dikin, dixwazin çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin.

Bi gotina şofêran bihabûna benzîn û mazotê bandorê li bihayê hemû berheman dike.

“3 roj in min tiştek nefirotiye”

Dikandar Kemal Bilir got, “Bihayê mazotê gelekî zêde ye. Binêrin ez 3 roj in hatime lê min tiştek nefirotiye.

Çima, ji ber dema mazot biha dibe, bihayê hemû tiştan bilind dibe. Piştre hêza kirînê ya xelkê namîne û her tişt biha dibe.”

Xebatkarên sektora veguhestinê jî dibêjin dê piştî hilbijartinên 31ê Adarê bihayê sotemeniyê zêdetir giran bibe.

“Ti dahat nîne”

Şofêr Turgut Aygar jî got, “Em 12 sal in vî karî dikin. 45 lîre pir zêde ye û dê piştî hilbijartinê bibe 50 lîre. Dê bibe ji sedî sed.

Di nav du salan de ji sedî 800 bilind bûye. Ti dahat nîne, ji aliyê aborî ve kar jî nîne. Ji xelkê re giran tê. Cihê ku pêştir em bi 500 lîreyî diçûn, niha bi 4 hezar lîreyan diçin.”

“Kî dengê xwe derxîne jê re dibêjin xayînê welat”

Dikandar Resul Ataş jî got:

“Bandoreke zêde li karê me dike. Lê misteheqê van mirovan e. Mirov fêr bûne, kesek nikare tiştekî bibêje. Kî dengê xwe derdixîne jê re dibêjin xayînê welat an tiştekî din.

Rewş qet ne baş e, kar roj bi roj xirabtir dibe. Li bazara sebzeyan gelek kes dest ji kar berdidin. Nikarin xerciyan dabîn bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan bihayê mazotê nêzîkî ji sedî 300 bilind bûye.

Meha Gulana 2023yan lîtreyeke mazotê bi 18,97 lîreyan bû niha bi 45,94 lîreyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst