Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê îro biçe Washingtona paytexta Amerîkayê û bi hevtayê xwe Marco Rubio û berpirsên din ên Amerîkayê re bicive.
Li gorî zanyarln mijarên wekî pêwendiyên dualî, Sûriye, HSD, Filistîn û Ukraynayê di ajandaya Hakan Fîdan de hene û dê gotûbêj li ser van mijaran were kirin.
Piştî ku îdareya Trump dest bi erkê xwe kiriye, ev ziyareta ewil a Hakan Fîdan e ya ji bo Washingtonê.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtine, tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinên vê serdanê de dê li ser gavên stratejîk ên ku dikarin di pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê de bên avêtin û amadehiyên ziyaretên asta serokdewletî yên ku di demên pêş de bên pêkanîn bên nirxandin.
Di hevdîtinên de dê rewşa li Ukrayna û Filistînê û bi taybetî pêşketinên li Sûriyeyê û derfetên hevkariyê yên di vê çarçoveyê de bên nirxandin.
Hakan Fîdan dê 25-26ê Adarê li Washingtonê hevdîtinên xwe pêk bîne û dê mijarên herêmî yên ku Tirkiyeyê eleqedar dikin û mijara Sûriyeyê jî bên guftûgokirin.
Tê plankirin ku rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê, bipêşxistina hevkariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, têkoşîna li dijî DAIŞê û mijara hevahengiya li ser birêvebirina ewle ya kampên li Rojavayê Kurdistanê bên rojevê.
Her wiha di hevdîtinê de, mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bê nirxandin.
Di hevdîtinên dualî de, dê li ser bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê, pêkanîna agirbesteke mayînde li Xezeyê û pêwîstiya hewldanên zêdetir ji bo gihîştina alîkariyên mirovî li herêmê were nirxandin.
Her wiha tê payîn ku dê li ser girîngiya destpêkirina xebatên ji bo rakirina dorpêçên CAATSA û careke din nirxandina vegera Tirkiyeyê ya ji bo bernameya F-35ê bê gotûbêjkirin û dê were gotin ku pêwîst e astengiyên li pêşiya pêvajoyên tedarikê di warê pîşesaziya parastinê de bên rakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse