Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê biryar daye ku mûçeyên malnişînên Parêzgeha Hesekeyê bide.
Birêvebirê Saziya Giştî ya Sîgorteyên (insurance/bîm) Civakî Hesen Xetîb ragihand ku wan şaxên saziyê yên li Dêrezorê erkdar kirine ku mûçeyên karmendên li her du şaxên sîgorteyên civakî yên Hisîça (Heseke) û Qamişloyê bide.
Hesen Xetîb ji ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê re ragihand ku mûçeyên mehên Kanûna Paşîn, Sibat, Adar û Nîsanê li gel îkramiyeya cejnê dê bên dayîn.
Xetîb eşkere kir ku 166 milyon lîreyên Sûriyeyê ji bo dayîna mûçeyên malnişînan hatine terxankirin û bi hevahengî di navbera her du birêvebirên saziyên Dêrezor û Hisîçayê de dê bên dayîn.
Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Demkî Mihemed Eba Zêd ragihandibû ku ji meha Sibatê ve, mûçeyên karmendan bi rêjeya ji sedî 400 dê bên zêdekirin lê heta niha ti guhertin bi ser mûçeyan de nehatiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse