Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevdîtina xwe ya duh de ragihand ku ew dixwazin astengiyên li pêşiya hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de yên di navbera her du welatan de rakin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de ku dê du rojan bikişîne, duh bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Dihat çaverêkirin ku di serdana Fîdan a ku piştî axaftina telefonî ya di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de ya hefteya borî pêk hatiye de, rakirina sizayên CAATSA yên ku Amerîka di warê pîşesaziya parastinê de li Tirkiyeyê sepandiye û qebûlkirina dubare ya Tirkiyeyê li bernameya balafirên şer ên F-35an bihata gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di hevdîtinê de her du welatan "îradeya xwe ya siyasî bi awayekî zelal derxistin holê ji bo rakirina astengiyên li pêş hevkariya di warê pîşesaziya parastinê de."
Di vê çarçoveyê de dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hevdîtinên teknîkî bên lidarxistin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di daxuyaniya xwe de ya li ser hevdîtinê ragihand ku Rubio dilgiraniya xwe ya ji ber desteserkirinên demên dawî û xwepêşandanên protestoyê yên li Tirkiyeyê aniye ziman.
Li gorî agahiyên ku berdevkê dane, Rubio her wiha balê dikişîne ser zêdebûna hecma bazirganiyê ya di navbera her du welatan de û hêvî dike ku hevkarî di warê aborî de zêdetir bibe.
Li gorî agahiyên çavkaniyê ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Fidan aniye ziman ku Enqere piştgiriyê dide hewlên Amerîkayê yên ji bo pêkanîna agirbestê di navbera Rûsya û Ukraynayê de.
Amerîkayê duh bi Rûsya û Ukraynayê re cuda cuda peymanên ji bo pêkanîna agirbestê li avên Deryaya Reş û ji bo ku her du welat êrişî jêrxaneya enerjiyê ya hev nekin îmze kirine.
Di hevdîtinê de amadekariyên ji bo serdana di navbera Erdogan û Trump de jî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de her wiha Fidan diyar kir ku pêwîst e agirbesteke berdewam di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezeyê were sazkirin û her du wezîran bûyerên dawî yên li Sûriyeyê jî gotûbêj kirin.
Tirkiye di dema serokatiya yekem a Trump de ji ber mûşekên S-400 ên ku ji Rûsyayê kirîn, ketibû bin sizayên CAATSAyê.
Piştî ku sala 2020î siza dest pê kirin, Tirkiye ji bernameya F-35an hat derxistin ku hevpişk bû û şirketên pîşesaziya parastinê yên herêmî tê de bi hilberînê mijûl dibûn.
Daxuyaniya Rubio
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio derbarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
"Em îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civiyan ji bo gotûbêjkirina hevkariyê di warê bazirganî û ewlehiyê de ku dê ji bo her du welatên me jî sûdê bide.
Amerîka bipêşketinên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re yên demên dawî didomîne.
Her wiha, em ji aştiya li Ukrayna û Qafqasya Başûr heta piştgiriya Sûriyeyê li dijî çalakiyên alozker ên Îranê, di mijarên bingehîn de bi hev re hevkariyê ava dikin.
Min dilgiraniya xwe ya derbarê desteserkirinên dawî û xwenîşandanên li Tirkiyeyê anî ziman."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse