SÛRIYE- Piştî ku mûçe zêde bûn, her tişt yekser biha bû

18-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sûriye Mûçe Bihabûn Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku li Sûriyeyê mûçeyên karmendan ji sedî sed hatin zêdekirin, sotemenî û piraniya keresteyên din jî yekser biha bûn.

Li Sûriyeyê mûçeyên karmendên dezgehên hikûmetê ji sedî 100 hatibûn zêdekirin.

Piştî ku mûçe zêde bûn, bihayê gelek tiştan jî yekser zêde bû.

Herwiha bihayê pereyê Sûriyeyê daketiye asta herî nizim a dîroka wî welatî.

Niha dolarekî Amerîkî beramberî ji 16 hezar lîreyê Sûrî ye.

"Dibe sedema bihabûneke neasayî"

Aborînasê Sûriyeyî Emmar Yûsif li ser vê bihabûna bi carekê re got:

"Gelekî mixabin, piştî zêdekirina mûçeyan, keresteyên enerjiyê jî yekser gelekî biha bûn. Ev yek jî dibe sedema bihabûneke neasayî.

Hikûmetê hîn jî negotiye ku êdî ji bo van keresteyan piştgiriyê nade lê di pratîkê de piştgirî nemaye.

Di encama vê yekê de jî dê li Sûriyeyê bihayên keresteyên sereke zêde bibin."

Emmar Yûsif herwiha da zanîn ku rê li ber bihabûnê neyê girtin û lireyê Sûrî neyê kontrolkirin dê li Sûriyeyê hejarî û enflasyoneke xeternak rû bide.

“Divê çareyeke lezgîn û yekser hebe”

Emmar Yûsif, bi vî rengî hişyarî dan:

“Bi rastî jî ku ji bo encamên biryara îro çareyeke bilez neyê dîtin dê enflasyon bigihe asteke rekor.

Herwiha dê xerckirina pereyan jî ji kontrolê derkeve, bi taybetî jî li bazara reş. Êdî divê çareyeke lezgîn û yekser hebe."

Li aliyê din, piştî vê zêdekirina dawiyê, li Sûriyeyê mûçeyê herî kêm ê sektora taybet û sektora hevbeş bûye 185 hezar û 940 lîre, ev jî derdora 12 dolaran dike.

Mûçeyên karmendên Hikûmeta Sûriyeyê jî berî vê zêdekirinê di navbera 160 hezar û 200 hezar lîreyan de bûn ku dike derdora 10-12 dolaran.

Mûçeyên van karmendan, bi vê zêdekirinê re bûn 12-14 dolar.

Ev mûçe, têra xerciya 3 rojan a malbateke 3 kesî nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst