Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12 salên dawî de 2 hezar û 664 karker li ser kar mirine.
ISIGê "Rapora Karkerên Ciwan" a bi sernavê "Tekoşîna li Dijî Xebitandina Bêewle û Bêparhiştina Ji Siberojê ya Ciwanan" belav kir.
Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan li ser kar mirine.
ISIGê di rapora xwe de bal kişan ser polîtîkayên hikûmetê û hejarî û xizaniya malbatan.
Di raporê de hat diyar kirin ku tevî hikûmet ji malbatan daxwaza çêkirina zarokên zêde dike, rêjeya karkerên zarok û hejarî û xizaniyê gelekî zêde ye.
Li gorî raporê, sala 2013an herî kêm 193 karkerên ciwan, 2014an herî kêm 226 karkerên ciwan, sala 2015an herî kêm 222 karkerên ciwan, 2016an herî kêm 233 karkerên ciwan, sala 2017an herî kêm 232 karkerên ciwan, sala 2018an herî kêm 225 karkerên ciwan, 2019an herî kêm 206 karkerên ciwan, 2020î herî kêm 202 karkerên ciwan, 2021ê herî kêm 174 karkerên ciwan, 2022yan herî kêm 252 karkerên ciwan, 2023yan herî kêm 260 karkerên ciwan û sala 2024an jî herî kêm 239 karkerên ciwan li ser kar mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse