TIRKIYE – Ciwan ji ber krîza aborî û sînordarbûna maf û azadiyan koç dikin

09-11-2023
RÛDAW
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawiyê de koça ciwanan zêde bûye
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawiyê de koça ciwanan zêde bûye
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Ciwan Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kes bi taybetî ciwan ji ber krîza aborî û sînordarbûna maf û azadiyan dixwazin koç bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawiyê de koça ciwanan a ber bi welatên Ewropayê ve zêde bûye.

Bi taybetî jî gênc ji cih û warên xwe derdikevin û li pey jiyaneke nû digerin.

Li gorî dîtina gelek kesan, xerabiya rewşa siyasî, krîza aborî û sînordarbûna maf û azadiyan dibe sedem ku gêncên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe bidin koçberiyê.

Huseyîn Buyukdag mamostayê zimanê Îngilîzî ye û li bajarê Stenbolê dijî.

Ew û hevjîna xwe xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ne û mehaneya wan hezar dolar e ku têra xerciya wan a mehane nake.

Huseyin Buyukdag û hevjîna wî dibêje kêfa wan ji Tirkiyeyê re tê lê krîza aborî û sînordarbûna maf û azadiyan, ew neçar kirine bi armanca dîtina jiyaneke baştir biryar bidin ku welatê xwe bicih bihêlin û biçin Almanyayê.

“Eger bi xirabî behsa hikûmetê bikim dê min ji kar derbixin”

Mamoste Huseyin Buyukdag got:

“Ez fermanberê hikûmî me, wekî mînak, eger biaxivim û bi xirabî behsa hikûmeta xwe bikim, ji karê xwe têm dûrxistin.”

Huseyin Buyukdag ne bi tenê ye, çendîn kesên din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber heman sedeman dixwazin koç bikin.

Li gorî amarên hikûmeta Tirkiyeyê, sala borî 139.531 kesan Tirkiye bicîh hiştine.

Sala 2021an jî 103.613 kesan ji Tirkiyê koç kiribûn. Piraniya yên ku Tirkiyeyê bicih dihêlin jî  ciwan in û temenê wan di navbera 25 – 29 salî de ye.

23 hezar kesan ji Almanyayê daxwaza mafê penabertiyê kiriye

Rawestgeha piraniya welatiyên Tirkiyeyê jî Almanya ye ku tenê îsal 23 hezar welatiyên Tirkiyeyê daxwaza mafê penabertiyê kiriye.

Zêdebûna amarên koçkirina ji Tirkiyeyê di demekê de ye ku îsal 100emîn salvegera damezrandina komara wî welatî ye.

Endazyarê Ityê Ahmet Akoç jî got, “Siberojekê li Tirkiyeyê dibînim. Li mijar ew e ku gelekî zehmet e ew siberoj li nav Tirkiyeyê pêk were.”

Ne tenê ciwanên bêkar ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koç dikin.

Sala borî zêdeyî 2 hezar û 500 bijîşkan bi armanca çûna derveyî Tirkiyeyê daxwaza “Belgeya Rewşa Baş” kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst