Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, şaredarên navçeyên Şîşlî û Beylîkduzuyê yên Stenbolê ji kar hatin dûrxistin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta “gendeliyê” hatibû girtin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser jikardûrxistinan daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Beylîkduzuyê Murat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ji kar hatine dûrxistin.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku li şûna Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî Qeymeqamê Şîşliyê Cevdet Erturkmen wekî qeyûm hatiye danîn.
Lia aliyê din, bi îhtimaleke mezin dê li şûna Ekrem Îmamoglu ji nav Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serokekî nû were hilbijartin.
Çi bûbû?
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adara 2025an di operasyonekê de ji du lêpirsînên cûda bi tohmeta "gendelî" û "alîkariya rêxistinê" hatibû desteserkirin.
Di heman lêpirsînan de bi giştî biryara desteserkirina 106 kesan hatibû dayîn.
Ekrem Îmamoglu îro di lêpirsîna gendeliyê de bi biryara dadgehê hat girtin.
İstanbul Büyükşehir, Beylikdüzü ve Şişli Belediye Başkanlarının İçişleri Bakanlığınca Görevden Uzaklaştırılmasına Dair Basın Açıklaması: pic.twitter.com/qrJSqqywkt
— T.C. İçişleri Bakanlığı (@TC_icisleri) March 23, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse