Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul nerazîbûn li hemberî desteserkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu da û got, “Divê neheqiyên li min û Erdogan hatine kirin li Îmamoglu neyên kirin”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adara 2025an di çarçoveya du lêpirsînên cuda de bi hinceta “gendelî û alîkariya PKKyê” hat desteserkirin.
Nerazîbûnên li hemberî destserkirina Îmamoglu berdewam dikin û hinek ji berpirsên berê yên AK Partiyê jî beretekan nîşan didin.
Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî di hevpeyevîneke li gel medyaya Tirkiyeyê de nerazîbûn li hemberî desteserkirina Îmamoglu nîşan da.
Gul diyar kir ku divê ew astengî û zehmetiyên di demên borî de ji wî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hatine çêkirin bi heman awayî ji Îmamoglu re neyên çêkirin û got:
“Bila em bi bîra xwe bînîn ku di wexta xwe de çawa wijdana raya giştî ew neheqiyên li dijî şexsê min û birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatine kirin qebûl nekirin.
Divê heman şaşiyên hatine kirin li dijî Serokê Şaredariyê Ekrem Îmamoglu jî neyên kirin ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin.”
Abdullah Gul got, “Qet lûksa me nîne ku em yek demjimêrê carek din bînin paş û careke din heman pirsgirêkan bijîn.
Bi ti awayî pêwîstî bi hewldanên ku rê ji bo vê yekê xweş dikin jî nebû.”
Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi aloziyên piştî destserkirina Îmamoglu jî da û got:
“Xêra van aloziyan ne desthilat ne jî opozîsyon bi ti kesê nebûye û nabe jî.
Divê em hiquq û edaletê winda nekin, eger na dê Tirkiye winda bike.”
Abdullah Gul yek ji damezrînerên sereke yên AK Partiyê ye û di navbera salên 2007 û 2014an serokomarê Tirkiyeyê yê 11emîn bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse