Li Stenbolê pevçûna du koman: 5 kes birîndar bûn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şîşlî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  -Li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê di pevçûna navbera du koman de 5 kes birîndar bûn ku 4 ji wan bi wê derê re derbas dibûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Kolana Valî Konagiyê di navbera du komên li restoranekî xwarin dixwarin de nîqaş derket.

Nîqaşa wan aliyên li derveyî restorantê guherî pevçûnê çekdarî.

Aliyan bi çekan gule berdan hev û 5 kes birîndar bûn ku pêwendiya 4 kesan bi bûyerê re nîne û tenê bi wê derê re derbas dibûn.

Her wiha hat zanî ku ji birîndaran yek ji Rûsyayê ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleya ewil a bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan kesekî hat tesbîkitin ku tevî şer bûye desteser kir.

Ekîbên polîsan li hawirdorê tedbîrên ewlehiyê wergirt û xebat dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst