Abdurrahîm Semavî: Ocalan nedixwest bi hevserokên DEM Partiyê re bicive

29-12-2024
RÛDAW
Abdurrahîm Temel û Şeyhan Tehsîn\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Abdurrahîm Temel û Şeyhan Tehsîn\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan CHP Ozgur Ozel PKK PYD Qendîl Abdurrahîm Semavî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û siyasetmedar Abdurrahîm Semavî ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan nedixwest hevserokên DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bibîne.

Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Semavî li ser hevdîtina parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan axivî.

Li gorî zanyarên Abdurrahîm Semavî dê piştî sersalê di navbera 10-12yên Kanûna Paşîn a 2025an de hevdîtineke din bi Abdullah Ocalan re were kirin.

“Abdullah Ocalan dê ji girtîgehê derkeve”

Siyasetmedar Abdurrahîm Semavî amaje bi wê yekê kir ku dê Ocalan ji girtîgehê derkeve û wiha axivî:

“Piştî wê hevdîtinê wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û girtiyan dê yasayek were derxistin û dê Ocalan di malê de di girtî bimîne û jiyana xwe bidomîne.

Erê dê Ocalan di girtîgeha malê de be lê dê danûstandinên wê bi gel re hebin.

Abdullah Ocalan dê bi awayekî rihettir bi televîzyon, rojname û siyasetmedaran re hevdîtinan bike.

Abdullah Ocalan dê bi wê rêyê peyamên xwe bide da ku PKK çekên xwe deyne û gavên din biavêje.

“Tirkiyeyê dê nêrîneke nû bîne holê”

Dewleta Tirkiyeyê jî dê hin gavan biavêje, dewleta Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn û Kurdên li Rojhilata Navîn nêrîneke nû bîne holê.

Niha hikûmeta Tirkiyeyê jî amadekariyan dike da ku nêrîneke nû bîne holê.

Me berê jî gotibû pêngavên vê pêvajoyê tên avêtin.

Li gorî pêngavan dê mecliseke aqilmendan a ku ji 300 kesî ku pêk tê dê were avakirin.

Aqilmend dê lêkolînan bikin û zanibin bê ka hêviyên Kurdan çi ne?

Ew dê piştre bi hikûmetê re danûstandinê bikin û piştre dê li ser destûrê guhertin û sererastkirin bêne çêkirin.”

“Piştî pêvajoyê dê Kurd bibin xwedî statû”

Abdurrahîm Semavî eşkere kir ku dê piştî pêvajoyê Kurd bibin xwedî statû û wiha got:

“Piştî vê pêvajoyê dê Kurd bibin xwedî hiqûq û xwedî statû û mafên wan bên parastin.

Meseleyên rêveberî û ziman wê bên gotubêjkirin û parastin wê meseleyên konfederasyon û federasyonê jî bên nîqaşkirin.

Berjewendiyên miletê Kurd û miletê Tirk li ser çi be dê biryar li ser wê bê dayîn û aqilmend dê di vê meseleyê de roleke mezin bistînin.

Aqilmend çi bixwazin dê wê bînin ziman.

Ocalan vê dibêje, ‘Eger ez û gel em dê m bên ba hev û Qendîl û PYD dê bi ya min bike’ û Ocalan bi xwe bawer e.

“Qendîl û PYD neçar in guh bidin Ocalan”

Qendîl neçar e bi ya Ocalan bike û gotinên wî qebûl bike. Hem Qendîl û hem jî PYD neçar in bi ya Ocalan bikin û Ocalan jî bi xwe bawer e.

Şertên Rojhilata Navîn wan neçar dike ku bi ya Ocalan bikin.”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê Abdurrahîm Semavî behsa pêwendiyên Ocalan yên bi PKK, PYD û Qendîlê jî kir û wiha got:

“Pêwendiyên Ocalan bi Qendîlê re bi Rojava û şaxa PKKyê ya Ewropayê re hene. Teqrîben ev 4 meh in pêwendiyên Ocalan bi wan re hene.

Însiyatîfên sivîl di navbera Ocalan û Qendîl de çûn û hatin. Ew kesên çûne û hatine sivîl in û li ser erêkirina hikûmeta çûne û hatine.

Ocalan di nameyên xwe de rewşa Rojhilata Navîn aniye ziman.

Ocalan eşkere kiriye ku dê Beşar Esed nemîne û min jî beriya bi 2 mehan di bultena we de eşkere kir ku dê rejima Beşar Esed nemîne.

Ocalan ji Qendîl û  PYDyê re dibêje li Rojhilata Navîn divê bi dewleta Tirkiyeyê re şirîkatî û tifaqeke nû bê avakkirin.  

Ocalan li ser vê bingehê hem Qendîl û hem jî PYD îqna kiriye em nabêjin ew îqna nebûne. Îqna bûne lê hîn hin astengî hene.

“Ocalan dixwest aqilmend û rûsipî herin hevdîtina wî”

Ev ne ew astengî ne ku neyên çareserkirin dewletê di vê meseleyê de xwedî îradeyeke mezin e.

Hem Devlet Bahçelî hem jî Recep Tayyîp Erdogan îradeya xwe ya ji bo çareseriyê anîne ziman û Ocalan jî tifaq bi wan re çêkiriye.

Ocalan nedixwest Hevserokên DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder herin serdana wî.

Devlet Bahçelî ew israr kir û li ser wê ev hevdîtin çêbû. Ocalan dixwest kesên aqilmend û rûsipî herin serdana wî. Ocalan dixwest şandeyeke sivîl here serdana wî.

Ocalan dixwest ku ew kesên ev 4 meh in van hevdîtinan li dar dixin ew derkevin hemberî rojnamegeran û ew peyamên wî bidin raya giştî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

xwepêşandanên li dijî qeyûm ên li Êlihê /Wêne: Rûdaw

Qeyûmê li Êlih û Dêrsimê 15 karker ji kar derxistin

Li parêzgehê Êlih û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê 15 karker ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin derxitin